Elçî wê sibe li Amedê bê oxirkirin-HAT NÛKIRIN

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, wê sibe li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li navçeya Amed Sûrê hat qetilkirin, wê sibe li Goristana Yenîkoyê bê veşartin.

Ji bo Elçî wê sibe merasîmek bê lidarxistin.

Piştî merasîma li Goristana Yenîkoyê, wê cenazeyê Elçî were veşartin û ji bo wî li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê konê serxweşiyê bê vedan.

Rêxistina DBP'ê ya Amedê li ser merasîma cenaze ev agahî da:

"Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Birêz Tahîr Elçî, ku li navçeya Amed Sûrê piştî daxuyaniya çapemeniyê di êrîşeke namerdî de hat qetikirin, wê sibe (29'ê Mijdara 2015) saet di 10:00 de ji nexweşxaneyê were wergirtin û bînin Parka Koşû Yolû. Ji bo parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî, wê saet di 11:00 de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşû Yolû merasîma cenaze bê lidarxistin. Piştî merasîma cenaze wê cenazeyê Tahîr Elçî li goristana Yenîkoyê bê veşartin."