Ekranê Ozur Gun TV hat tarîkirin
Ji ber ku saziya weşanê ya ser bi RTUK'ê peymana bi Ozgur Gun TV re nû nekir, ekranê Ozgur Gun TV hat tarîkirin.
Ji ber ku saziya weşanê ya ser bi RTUK'ê peymana bi Ozgur Gun TV re nû nekir, ekranê Ozgur Gun TV hat tarîkirin.
Ekranê televîzyona Ozgur Gun TV du bi şev bêyî hişyariyek bê dayîn, hate tarîkirin. Li gorî agahiyên ku rayedarên televîzyonê dan, ji ber nûnekirina peymana weşanê di navbera saziya weşanê ya bi navê DIJIMEDYA û RTUK'ê de, weşana televîzyonê ji ser TURKSAT'ê hat sekinandin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêke hate diyarkirin hewldan didomin.
Kanalê ku nikare weşana peykê bike li ser înternetê û bejahiyê weşana xwe didomîne.