BI DÎMEN

Ehmed: Sûriye vediguhere sîstemeke federal

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku Sûriye vediguhere sîstemeke federal a ji 3 herêman pêk tê.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku Sûriye vediguhere sîstemeke federal a ji 3 herêman pêk tê.

Ehmed rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava û rewşa Cenevre-3 ji ANF'ê re nirxand.

TIRKIYE NAXWAZE LI SÛRIYEYÊ ÇARESERIYEK PÊK WERE

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava ku di dema dawî de zêde bûne, tên çi wateyê?

Êrîşên Tirkiykeyê yên li hemberî Rojava nû nîne. Demeke dirêj e Tirkiye êrîşî Rojava dike. Ji roja destpêkirina şoreşa Rojava û vir ve Tirkiye bi polîtîkayeke dijminane nêzî Rojava dibe. Naxwaze li Rojava vîneke siyasî derkeve holê û pirsgirêk werin çareserkirin. Di vê çarçoveyê de heta jê tê êrîşî Rojava dike. Tirkiyeyê êrîşên xwe carna bi destekkirina çeteyan da kirin, carna jî bi xwe top li herêmê barand. Di dema dawî de vê topbaranê bi hin bahaneyên ji xwe re afirand, zêde kir.

SEDEMA ÊRÎŞAN EZAZ NÎNE

Artêşa Tirk weke sedema êrîşên xwe yê dema dawî, operasyonên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi Ezazê ve nîşan dide, lê sedema rastî ne ev e. Di rewşa heyî de Tirkiye bi temamî li derveyî polîtîkaya li Sûriyeyê ma û hemû hesabên xwe yên li ser Sûriyeyê pûç bû. Bi hin bahaneyan re niha dixwaze li Sûriyeyê polîtîkayekê bimeşîne. Sedema rastî ya êrîşan jî ev e.

Piraniya komênl i vê herêmê yên mûxalîf, fermanê ji Eniya El Nûsra digirin. Ev kom hemû heta roja îro ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin parastin. Ev kom xwedî bernameyeke siyasî nînin, rêxistinên taşeron in. Ji ber vê yekê, dema Rûsyayê êrîşî herêmê kir, van koman hemûyan herêm terikandin, reviyan. Dema rewşeke bi vî rengî erket holê, hêzên rejîmê jî roj bi roj bi pêş de çû.

Li hemberî vê rewşê helwesta HSD'ê çi ye?

Di vir de ya ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk dihat xwestin, ev cihên hatine valakirin dagire û pêşî li pêşdeçûna hêzên rejîmê bigire. Di vê çarçoveyê de HSD tevdigere. Lê belê Tirkiye ji vê rewşê aciz bû û êrîşên xwe yên li hemberî Rojava zêde kir. Bi van êrîşan re Tirkiyeyê xwest ji hêzên navneteweyî û dewletên herêmê re bêje, 'binêrin vaye li vir giraniya min jî heye, divê hûn min jî bibînin'.

TIRKIYE LI BAHANEYAN DIGERE JI BO BIKEVE NAVA ROJAVA

Piştî çalakiya TAK'ê ya li Enqereyê, Tirkiyeyê di cih de YPG sûcdar kir. Di vir de çi dixwazin bikin?

Piştî êrîşa li Enqereyê, Tirkiyeyê yekser YPG sûcdar kir, hewl da li ber çavê hêzên navneteweyî YPG'ê weke rêxistineke terorîst nîşan bide û bi vî rengî ji bo bikeve nava Rojava bahaneyê biafirîne. Bi vê rêbazê re Tirkiyeyê xwest hevkariya HSD û hêzên koalîsyonê ji holê rake.

Bi îdîayeke bêbingeh re got kesekî ji Amûdê êrîş kiriye û hewl dan têkiliya vî şexsî bi YPG'ê re deynin. Bi vê îdîaya bêbingeh re xwestin senaryoyekê amade bikin, lê kesî ji wan bawer nekir. Bi vê rêbazê re yekser bi hêzên navneteweyî re ket nava têkiliyê, lê rastî helwesta zelal a van hêzan hatin.

Gotinên wan hemû bêbingeh in. Ji ber ku YPG'ê di nava şert û mercên herî zehmet de, di dema bomberdûmana giran a li ser Kobanê de Tirkiye hedef negirt. Niha YPG di dema herî rehet de ye, ti stratejiyeke xwe ya 'pêkanîna çalakiyê li nava Tirkiyeyê' nîne. Stratejiya bingehîn a YPG'ê şerê li hemberî DAIŞ'ê ye, qedandina DAIŞ'ê ye û li Sûriyeyê guhertineke demokratîk pêk bîne. Ji xwe kesî ji îdîaya Tirkiyeyê bawer nekir. Senaryoya wan pûç bû.

ACIZIYA MEZIN A TIRKIYEYÊ GIRTINA RÊYA EZAZ Û HELEBÊ YE

Ezaz ji bo Tirkiyeyê çima ewqasî girîng e, yan jî bi rastî jî meseleya bingehîn Ezaz e?

Tirkiye dixwaze deriyê Ezazê kontrol bike. Ji ber ku ji wê derê çekan ji bo çeteyan derbas dike. Aciziya Tirkiyeyê girtina rêya navbera Ezaz û Helebê de ye. Tirkiye polîtîkaya xwe dikarîbû ji vî derê derbasî Helebê ji wir jî li tevahiya Sûriyeyê belav bike. Piştî ku ev derî hat girtin tengav bûn û Ezaz xistin rojevê. Ji bilî vê polîtîkayê ti wateyeke Ezazê ji bo Tirkiyeyê nîne.

TI KES NIKARE BIPIRSE LI KÎJAN HERÊMÊ EM ÇIMA BI PÊŞ DE DIÇIN

Lê belê divê baş were zanîn, li her cihê terora DAIŞ'ê hebe, wê çalakiyên hêzên HSD'ê jî lê bidomin. Herêmên ku heta niha hêzên HSD lê bi pêş de çûn, herêmên El Nûsra ne. Nûsra di lîsteya terorê de cih digire. Ti kes nikare bipirse bê çima em li vê herêmê bi pêş de diçin. Li cihên HSD'ê berê xwe dayê, eniya Nûsra hebû. Yên ne bi Nûsra re ne, ji xwe bi hêzên HSD'ê re bûn yek û dest bi parastina xwe kirin. Em dixwazin hemû hêzên ne bi Nûsra re ne, li hev bicivînin û li dijî DAIŞ û Nûsra têkoşîneke xurt bimeşînin."

CENEVRE-3 DIBE KU PÊK NEYÊ

Tê payîn danûstandinên Cenevre-3 di 25'ê Sibatê de ji nû ve destpê bikin, lê rewşa li ser rûyê erdê nîşan dide, ku pêkane Cenevre-3 bisekine...

Eger rewş bi vî rengî dewam bike, em ne bawer in Cenevre-3 pêk were. Dibe ku Cenevre-3 pêk neyê. Rewşa mûxalefetê beriya destpêkirina Cenevre-3 cuda bû, niha cuda ye. Berê li Heleb û derdora wê hebûn, lê niha ew jî ji destê wan çûye. Eger Heleb bi temamî bikeve destê rejîmê, dibe ku rejîma Şamê bêje 'muzakere nîne, mûxalefet nîne, ez ê bi kê re muzakereyê bikim'.

JI BO SÛRIYEYÊ NÎQAŞ LI SER SÎSTEMEKE FEDERAL HEYE

Baş e, hêzên li Rojava...

Di rewşa heyî de Kurdan û hêzên li Rojava, bi serketinên xwe yên leşkerî û siyaseta xwe ya li herêmên lê ne re nîşan dan, ku divê sîstemeke çawa li Sûriyeyê hebe. Êdî ji bo Sûriyeyê nîqaş li ser sîstemeke federal tê kirin. Li nava Sûriyeyeke fedarl, li herêma Bakurê Sûriyeyê ya Federal wê Kurd rêxistinbûyîna xwe ya xweser û sîstema xwe bidomînin.

Biryar hatiye stendin ku li Sûriyeyê sîstem were guhertin û sîstemeke federal bê avakirin?

Naxwazim zêde li ser vê mijarê biaxivim. Têkoşîna li Rojava tê meşandin esas e. Di vê çarçoveyê de demokratîkbûyîna Sûriyeyê ferz e. Li gorî çavdêriyên ji nîqaşên di navbera hêzên navneteweyî de derketine holê, divê Sûriye xwedî sîstemeke federal a ji 3 herêman be. Daxwaza gelên Sûriyeyê, partî, kom û dewletên çareseriyê dixwazin, bi vî rengî ye. Nêrîna Amerîka û Rûsya jî bi vî rengî ye.

Ev biryar hatiye stendin? 3 herêmên fedarl wê li ser çi bên qebûlkirin?

Weke min got, naxwazim niha bi kûrahî li ser vê mijarê bisekinim. Lê belê dikarim vê bêjim; niha rewşa wê li ser nîqaş bê kirin, wê di vê çarçoveyê de be. Sûriyeyeke Federal a ji herêmên federal ên Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Sûriyeyê û Sûriyeya Navîn wê pêk were. Ev herêmên federal wê xwedî xweseriyên xwe bin. Li her herema federal wê cihêrengiya etnîkî, nasnameyî û taybetmendiyên xweser, werin parastin. Her herêmeke federal wê xwedî parlamenta xwe bin. Di vê mijarê de dikarim bi tenê vê bêjim.

Baş e têkildarî vê sîstema federal a tê xwestin were avakirin, helwesta rejîm û mûxalefetê çaw ye?

Di hevdîtinên hatin kirin de, rejîm di vê mijarê de li gorî mûxalefetê bêhtir nerm e. Yên çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyê dixwazin, di wê baweriyê de ne ku krîza Sûriyeyê dikare bi vê sîstemê re çareser bibe.

WÊ JI DAIŞ'Ê BÊ PAQIJKIRIN

Em li pêngavên leşkerî yên HSD'ê vegerin. Xwegihandina hev a Kantonên Efrîn û Kobanê wê demeke dirêj bajo?

Ji bo yekbûyîna vê xetê dem lazim e. Nêzîkatiyên di pêngavên leşkerî de ne tenê yekkirina kantonan e. Divê li van herêman gefa DAIŞ'ê ji holê were rakirin. DAIŞ gefeke mezin li vê xetê dixwe. Ne tenê li hemberî Kurdan, li hemberî Ereban jî tehlûke ye. 

Her çend Tirkiye nerazîbûneke tund nîşanî yekbûyîna vê xetê dide jî, êdî DYA dixwaze ev xet bigihêje hev...

DYA û Rûsya dizanin ku yê kantonan ji hev qut dike DAIŞ e û eger ji DAIŞ'ê bê paqijkirin wê her du herêm xwe bigihînin hev. Di nava sîstemeke federal a Sûriyeyê de têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê girîng e.