Ehmed: Bi rizgariya Reqayê re wê navenda terorîzmê tine bibe

Îlham Ehmed diyar kir, rizgariya Reqayê tê wateya hilweşîna keleha barbaran û bal kişand ser girîngiya pêngavê ji aliyê siyasî ve.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed operasyona rizgarkirina Reqayê ku berî sê rojan bi navê 'Xezeba Firatê' dest pê kir, nirxand.

 Ehmed da xuyakirin, ku bi rizgarkirina Reqayê re wê axa Rojhilat, Başûr û Bakurê Sûriyeyê bigihêjin hev. Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya erdnîgarî, leşkerî û siyasî ya rizgarkirina Reqayê:

"Ev sê sal in Reqa di bin zilma DAIŞ û Nûsrayê de ye. DAIŞ li wir bi cih bû, saziyên xwe ava kir. Terorîst li wir perwerde kir û ji bo çalakiyên terorîstî şand her devera cîhanê. Li gelek welatên cîhanê, li Ewropa û Tirkiyeyê, li dijî Kurdan, gelê sivîl komkujî kir. Li vir xwe bi rêxistin kir. Xeteriyên li ser mirovahiyê li vir bi rêxistin kir. Reqa navenda zilma DAIŞ'ê ye. Ciheke ku bi hezaran, dibe ku bi deh hezaran mirov bi rengekî hovane lê hatin kuştin. Ciheke ku rûmeta mirovahiyê lê hatiye binpêkirin. Rizgarkirina vê derê jî tê wateya rizgarkirina rûmeta mirovahiyê. Reqa paytexta DAIŞ'ê ye. Yanî paytexta barbaran e."

'JI MÛSILÊ GIRÎNGTIR E'

Ehmed bibîr xist, ku Reqa cihê ragihandina xelîfetiyê ye û anî ziman, rizgarkirina Reqayê wê pêşî li derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ji Iraqê ber bi Sûriyeyê bigire.

Ehmed wiha dewam kir: "Operasyona mûsilê berê dest pê kir. Mûsil ji sê aliyan ve hat dorpêçkirin. Bi tenê di ser Bokemalê re rêyek vekirî hat hiştin ku derbasî Dêra Zor û ji wir jî xwe bigihînin Reqayê. Ev jî tê wê wateyê ku çeteyên li Mûsil, Telafer û derdora wê asê man e, derbasî Sûriyeyê bibin. Rizgarkirina Reqayê wê bi vî rengî pêşî li çeteyên ji wan cihan ve bên, bigire. Lewma Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, ji pêngava Mûsilê jî girîngtir e."

'HAT DÎTIN KU YEKANE HÊZA HERÎ BI BANDOR A LI DIJÎ DAIŞ'Ê EM IN'

Îlham Ehmed diyar kir, rizgarkirina Reqayê wê were wateya paqijkirina Sûriyeyê û cîhanê ji terorîzmê û got, "Rizgarkirina Reqayê, rizgariya mirovahiyê ji belayê terorîzmê ye."

Ehmed ev aliyên siyasî û leşkerî yên pêngavê nirxand: "Rizgarkirina Reqayê tê wateya paqijkirina herêma ku Bakur, Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev vediqetîne. Ji ber vê yekê girîngiya xwe ya siyasî mezin e. Ji bo gelên herêmê bi rengekî xweser xwe bi rê ve bibin, girîng e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û qedandina şerê navxweyî, xwedî roleke diyarker e. Çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê jî ancax bi sîstemek bi vî rengî were. Bi xwerêvebirina gel, pirsgirêk dikare çareser bibe. Em vê yekê timî bilêv dikin, diparêzin û ji bo vê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve têdikoşin.

Hêzên koalîsyonê bi taybetî xwestin vê pêngavê bi QSD'ê re bidin destpêkirin. Ji ber ku hat dîtin ku li herêmê yekane hêza dikare li dijî DAIŞ'ê têbikoşe û DAIŞ'ê têk bibe, em in."

'ARMANCA TIRKIYEYÊ HELEB E'

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê jî nirxand: "Dewleta Tirk ev demeke êrîşên giran dibe ser herêma Efrîn û Şehbayê. Ev êrîş di çarçoveya planên dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê de tên kirin. Armanc jî ew e, ku li Sûriyeyê, li Bakurê Sûriyeyê herêmên xweser, sîstema federal ava nebe. Bi taybetî, êrîşên demên dawî yên li dijî Efrînê bi vê armancê ne. Armanceke din a girîng jî ew e ku ji Ezazê heta Îdlibê herêmeke tampon ava bike. Vê herêma tampon jî dixwaze ji bo dorpêçkirina Helebê û desteserkirina axa li vê derê, bi kar bîne. Armanca Tirkiyeyê Heleb e. Heleb bajarekî dîrokî û cihê bazirganiyê ye. Dixwaze Heleba ku di dema Osmaniyan de bi Mercîdabiq bi dest xistin, careke din bi dest bixe û bike navenda bazirganiyê.

Ji ber ku yê Helebê bi dest bixe, wê li Sûriyeyê bibe xwedî mafê gotinê. Yê li Helebê serdest be, wê li ser siyaseta Sûriyeyê serdest be. Wê di navenda hemû pêşketinên li Sûriyeyê de be. Tirkiyeyê niha armanceke bi vî rengî daniye pêşiya xwe. Wê bi ser bikeve yan bi ser nekeve, ne diyar e. Ji ber herî kêm bi qasî Tirkiyeyê, Rûsya, DYA û Îran jî dixwazin li ser Helebê bi bandor bin. Lewma di van planên xwe de ku li ser Helebê dike, wê ji sedî sed li van hêzên din rast bê. Wê nakokî rû bidin û eger armancên xwe bi israr ferz bike, wê şer derkeve."