Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê bang li hemû gelê Kurd ên li Efrînê kir ku beşdarî xwepêşandana roja înê (îro) ku dê ji bo bîranîna ciwanê Kurd ê bi navê Çekdar ê ku di 3’yê tîrmehê de bi awayeke hovane hatibû qetilkirin bê lidarxisitn bibin
Rêxistina Ciwanan bang li hemû Kurdan kirin û beşdarî “Îna Şînê” ya ji bo bîranîna Çekdar ê ku bi awayeke hovane hatibû qetilkirin bibin.
Hêjayê gotinê ye ku piştî daxuyaniyên Artêşa Azad a Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê bûyerên reşkujiyê dest pê kirin. Di 3’yê tîrmehê de çalakê Kurd ê bi navê Çekdar ji aliyê hin kesan ve di malekê de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin.
Hevserokê PYD’yê Salih Mislim der barê mijarê de agahî dabû ANF’ê û gotibû; “Hevalek me yê rêxistinkirina gel heye, navê wî Çekdar e, ew heval tê revandin. Hevalên wî lê digerin, li kolanan dişopînin. Çekdar dibin malekê û li wir ser jê dikin. Hevalên wî jî pê dihesin û li wir şer dikin. Piştî ku hevalên wî dikevin hindur dibînin di bin malê de stare çêkirine, amadekarî kirine. Ji wana 3 kes têne kuştin. Hevalê me Çekdar jî li wir ji xwe şehîd kirine.
Mislim da diyarkirin ku ev karê Artêşa Azad a Sûriyeyê ye û got; “Dijiminên Kurdan mezin e, ne mesele tenê şexsek e. Dixwazin Rojavayê Kurdistanê bi tevahî bikin gola xwînê. Ger em hişyar bin, bi hev re bin em ê vana hemû pûç bikin. Em hêvîdar in em hemû nêzîkî hev bin, baweriya me bi hev du bê. Hêviya me ji gelê me ev e.”