Rojeva Medya, di demeke wiha de ku gelek rojname, radyo, kovar û televizyonên muxalîf têne girtin, dest bi weşana xwe kir. Rojeva Medya ku 11’ê Mijdarê dest bi çapa xwe ya nû kirî, tekane rojnameya bi Kurdî ye li Kurdistanê û Tirkiyê. Rojeva Medya li pey kevneşopiya ku bi ti awayî ji rastiyan bi paş de gav navêjin di nav refan de cihê xwe girt.
JI GIRTINAN RE BÛ BERSIV
Edîtora rojnameyê Evîn Buldan diyar kir ku ew rojeva çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyê radihînini û xwedî polîtîka û reflekseke nûçegihaniyê ya wiha ne ku bi ti awayî ji rastiyan nayên xwarê û got, rojnameya wan hem ji bo ku li Kudistanê û Tirkiyê tekane rojanmeya Kurdî ye û hem jî di demeke wiha de ku bi ser çapemeniya muxalîf de gelek zext û zordarî û girtin hene, xwedî girîngiyekê ye û got, ‘’Ji bo vê jî, Rojeva Medya bû bersiv ji girtina saziyên çapemeniyê yên muxalîf re û ji mohrkirina saziyên civaka sivîl re.’’
‘EM Ê RASTIYA CIVAKÊ BI ZIMANÊ WÊ BIBÊJIN’
Buldan bal kişande ser qirkirina çandî û got, ew pê dizanin ku li Tirkiyê qirkrina herî mezin li ser zimên e û ji bo vê jî wan pêdivî bi rojnameyeke bi Kurdî dîtine, piştî girtina Azadiya Welat valahiyeke mezin çêbûye û bi berdewamî got, ‘’Ji bo vê jî, ji bo ku em balê bikişînin ser gelên ku li dinyayê têne çewisandin û ser civaka Kurd, wan ji zimanê wan fêhm bikin û vebêjin me ev rojnamey derxistiye.’’
‘EM Ê JI RASTIYÊ NEYÊN XWARÊ’
Edîtora rojnameyê Evîn Buldan diyar kir ku Rojeva Medya re li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê tê belavkirin û rûyê xwendekaran keniye.
Buldan bal kişande ser zexta li ser nûçegihanan û got ji ber van zextan ew ê ji rasiyê neyên xwarê û her rastiyê bibêjin û got, ‘’Em bi berdêlan hatine van rojan, xwedî kevneşopiyeke wiha ne û bi ti şert û mercî em ji nivîsandina rastiyê nayên xwarê.’’