Ebdulbasit Seyda li Hewlêrê ye

Ebdulbasit Seyda li Hewlêrê ye

Serokê Encumena Nîştîmanî ya Sûriyeyê (ENS) Ebdulbasit Seyda ji bo der barê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de hin hevdîtinan pêk bîne, hat Hewlêrê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Seyda dê hewl bide ku Kurdan bi awayeke aktîf beşdarî şerê li dijî rejîma Esad bike. Tê gotin ku dê Seyda bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk bîne. Beriya niha hat îdîakirin ku Seyda roja yekşemê hatiye Hewlêr û bi meclîsên Kurdan ên Rojava re hevdîtin pêk baniye. Lê ev agahî ji aliyê çavkaniyên Kurd ve nehat piştrastkirin.

Hat diyarkirin ku Seyda, xwestiye bi endamên Konseya Bilind ya Kurdên Rojava re û bi taybet bi endamên PYD’ê re hevdîtinê pêk bîne. Hate aşkerakirin ku, dê di hevdîtinê de derbarê hikumeta bê avakirin de danûstandinan nêrînan bê kirin. Hinek çavkanî dibêjin, hatina Ebdulbasît Seyda ya Hewlêrê hatiye taloqkirin. Lê belê Ajansa Nûçeyan a Franseyê AFP’ê ragihandibû ku, Seyda şeva Yekşemê çûye Hewlêr.