Durûtiya AKP'ê: Navê 'Merwanî' jî hat qedexekirin

Durûtiya AKP'ê: Navê 'Merwanî' jî hat qedexekirin

Qeymeqamtiya Yenîşehîra Amedê navê Merwanî ê Şaredariya Yenîşehîra Amedê li parkê kiribû jî qedexe kir.

Ji aliyekî ve rayedarên AKP'ê her tim propagandaya "Me astengên pêşiya zimanê Kurdî rakir" dikin, ji aliyê din jî navên bi kurdî yek bi yek tên qedexekirin. Piştî 4 rojan ji qedexekirina 19 navên ku navê Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn jî di nav de bû, vê carê jî navekî din a bi kurdî hate qedexekirin. Navê Parka Merwanî ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hatibû avakirin û di sala 2012'an ji aliyê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve hatibû vekirin, ji ber ku di nav de tîpa 'W' derbas dibe ji aliyê Qeymeqamtiya Yenîşehîrê hate qedexekirin.

HINCETA QEDEXEKIRIN: NE LI GORÎ ZAGONA TÎPÊN TIRKAN E!

Qeymeqamtiya Yenîşehîrê biryara xwe ji şaredariyê re şand û diyar kir ku di navê Parka Merwanî de Tipa "W" hatiye qedeşekirin. Meclisê di 7'ê hezîranê de biryar dabû ku navê Parkê wekî Merwanî lê bike. Lê Qeymeqamiyê bi hinceta li gorî hêjmara 26245'an a 31'ê Tîrmeha 2006'an li dijî xala 24'an e biryara qedexekirinê da.

DURÛTIYA AKP’Ê: COLEMÊRG BÛ “ÇÖLEMÝRK”

Durûtiya rejîma AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka Kurd her ku diçe xwe baştir dide der û înkara nêzî 100 salane li ser gelê Kurd heye, bi rêbazek din pêş dixe. Di 20’ê tîrmehê de li Amedê, tevî navê nivîskar û helbestkarê Kurd Cegerxwîn, bi dehan navên din ên Kurd ên li parkan hatibû kirin hatin qedexekirin, îro jî “qaşo” navê Zanîngeha Hakkarî guhert û kir “Çölemerik” ango “Colemêrg.

Zanîngeha Hakkarî di sala 1988’ê de hat vekirin û heta sala 2008 girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû. Ji 2008 û vir ve bû Zanîngeha Hakkarî.

Rektoriya Zanîngeha Hakkariyê di 21’ê tîrmehê de bi daxuyaniyekêra ragihand ku ji 7’ê hezîrana 2012 ve navê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Hakkarî bûye Dibistana Bilind a “Çölemerik” a Pîşeyî. Ev daxuyanî di çapemeniya Tirk de bi sernûçeyên “Navê Kurdî li Zanîngehê hat kirin” hat weşandin. Lê di rastiyê de navê Hakkarî bi Kurdî “Colemêrg” e ne ku “Çölemerik” e. Jixwe tîpa “ö” di nava alfabeya Kurdî de tune ye.

Duh jî, Qeymeqamtiya Kayapinarê ji ber navê “Cegerxwîn” doz li biryara ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatibû giritn vekir û dadgehê jî bi hincet navê “Cegerxwîn” di ferhenga Saziya Ziman a Tirkan de tune ye, navê Cegerxwîn qedexe kir. Dadgehê bi heman awayî biryara betalkirina 19 navên din ên parkan da. Meclîsa şaredariyê ji bo betalkirina biryara dadgehê serî li Dadgeh Bilind da.

Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwîn, beriya 4 salan li Amedê hat avakirin. Di vê navendê de bi hezaran ciwan û xwendekar perwerdeya şano, keman, gîtar, mûzîk, komputer û bi dehan beşên din dîtin û dibînin.

Dadgehê her wiha biryara qedexekirina van navan da;

Parka Zembîlfiroş, Parka 33 Kûrşûn (33 Gulle), Parka Derwêşê Evdî, Parka Nefelê, Para Daraşîn, Parka Bêzar, Parka Ciwan, Parka Sosin, Parka Jiyana Azad, Parka Aşitî, Parka Yekê Gulanê, Parka Beybûn, Parka Şîlan, Parka Roşna, Parka Rojbîn, Parka Rojda, Parka Berfîn, Parka Roşan.