Dûman: Xwestin bûyerê bixin stûyê min û min bikin sîxur

Xebatkara Navenda Çanda Mîtannî ya Nisêbînê Nazli Dûman a bi îdîaya “Plangêra komkujiya Pirsûsê ye” hatibû binçavkirin, got, “Gelek caran îşkenceya tazî li min kirin. Destavêtina fizîkî li min kirin. Hem tacîza devkî û hem jî ya fizikî dikirin.

Xebatkara Navenda Çanda Mîtannî ya Şaredariya Nisêbînê Nazli Dûman a bi îdîaya “Plangêra komkujiya Pirsûsê ye” hatibû binçavkirin, got, “Gelek caran îşkenceya tazî li min kirin. Destavêtina fizîkî li min kirin. Hem tacîza devkî û hem jî ya fizikî dikirin. Heta nîvê şevê heqaret li min dikirin û di şexsê min de heqaret li ser kesayetiya jinê û PKK dikirin.”

Li navçeya Nisêbînê xebatkara Navenda Çanda Mîtannî ya girêdayî Şaredariya Nisêbînê Nazli Dûman 12'ê Cotmehê bi îdîaya “Plangêra komkujiya Pirsûsê ye” hatibû binçavkirin û piştî îfadeyên Midûriyeta Polîsan a Rihayê ew derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê û 2’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê ew bi “Şertê kontrola adlî” serbest hate berdan. Dûman 4 rojan li Midûriyeta Polîsan a Rihayê di bin îşkenceya giran, tacîz, heqaret, gef û pêkanînên dijmirovahî hat. Dûman pêkanînên dij mirovahî yên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê yên li hember wê pêkanîn hatin ji DÎHA’yê re axivî.

POLÎSAN PÊKANÎNÊN SALÊN 1990’Î XISTINE DEWRÊ

Dûman diyar kir ku roja Duşemê di serdegirtina mala wan de bi awayekî hovane ji aliyên tîmên taybet ve hate binçavkirin û lêgerîna destpêkê ya tazî di mala wê de lê kirine. Dûman anî ziman ku wê nedizanî ew jî ber kîjan sedemê hat binçavkirin û piştî wê birine Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê parêzer hat û şûn ve polîsan ji wê re gotine “Em ê te bişînin Riha yê.” Dûman da zanîn ku piştî çend saetan polîsên Nisêbînê ew bi wesayîta zirxî heta Wêranşarê birine û li cihekî polîsên Nisêbînê wê teslîmî hin kesên ku nedişibiyan polîsan, dişibiyan endamên JÎTEM’ê kirine.

‘ÎŞKENCE Û TACÎZ LI MIN KIRIN’

Dûman destnîşan kir ku roja destpêkê heta serê sibehê li Midûriya Polîsan a Rihayê çavgirtî hiştin û wiha got: “Di vê dema ku ez çavgirtî bûm de komek dihat derdora min û pirsên balkêş ji min dipirsîn. Ji min re digotin ‘Navê te Lorîn e. Ti endama PKK’ê yî. Te li nav PKK perwerdeya leşkerî dîtiye. Heta ti nebêjî navê min Lorîn e, em bela xwe ji te nakin.’ Pirsên pir ecêb pirs dikirin. Di roja destpêkê de nêzî 5-6 saetan çavgirtî û destê min kelepçekirî li ser piya hiştin. Gelek caran îşkenceya tazî li min kirin. Destavêtina fizîkî li min kirin. Hem tacîza devkî û hem jî ya fizikî dikirin. Heta nîvê şevê heqaret li min dikirin û di şexsê min de heqaret li ser kesayetiya jinê û PKK dikirin. Pir gotinên kirêt û nexweş dikirin. Yanî gotinên rûmeta jinê şikandin bilêv dikirin.”

XWESTIN BIKIN ‘PLANGÊRA KOMKUJIYA PIRSÛSÊ’ LÊ BI SER NEKETIN

Dûman wiha dewam kir: “Pirsa wan a sereke ew bû ku digotin ‘komkujiya Pirsûsê te kiriye. Ferman te daye.’ Bi taybetî di dixwestin komkujiya Pirsûsê bi min bidana qebûlkirin. Pir aşkera ji min re digotin ‘komkujiya Pirsûsê te kiriye.’ Bi vê re girêdayî ji min re digotin “Ti çû bi malbata bombevanê zindî re hevdîtin kir û ew îqna kirine ku ji çapemeniyê re gotine kurê me tevlî DAIŞ’ê bûye. PKK’ê ev kar kiriye. Te bi vî awayî malbat îqna kiriye. Belê rast e ti roja teqînê ne li wir bû lê fermana teqînê te daye. Te ji kadroyên PKK ferman stendiye û fermana wir daye.'”

‘TE JI BO KÊFXWEŞIYA ROJBÛNA XWE EV TEQÎN KIRIYE’

Dûman bal kişand ser pirsa polîsan a herî sosret û wiha vegot: “Ya herî balkêş jî ew bû ku digotin ‘Roja teqîn pêk hatiye roja rojbûna te ye. Te ji bo kêfxweşiya rojbûna xwe vê teqînê kiriye. Te ji bo kêfa xwe li Pirsûsê mirov dan qetilkirin. Heta ti nebêjî min ev qetlîam pêk aniye em te ji vir bernadin. Em ê te bikujin û tecawizî te bikin. Pêwîst be em ê te bibin qata çaran û ji vir biavêjin û bibêjin întîhar kiriye. Ti çima qetlîamê ji me diveşêrî.’ Digotin ku çend kesan li ser min îfade daye.”

‘XWESTIN BÛYERÊ BIXIN STÛYÊ MIN Û MIN BIKIN SÎXUR’

Dûman bilêv kir ku bûyerên demên dawî yên li Nisêbînê pêk hatine ji wê pirs kirine û wiha pê de çû: “Her wiha ji min re gotin ‘Teqîna li Nisêbînê pêk hatiye û 3 polîs jiyana xwe ji dest dane te kiriye. Te û kadroyên PKK tevî hev ew teqînê organîze kiriye. Tiliya te di nav wê teqînê de heye. Ji bo xendekên li Nisêbînê hemû alîkarî te kiriye. Van karên li Nisêbînê hemû bi têkiliyên tên kirin. Ti li ser navê rêxistinê çû gelek kargehan te pere berhev kirine.’ Gelek navê kesên cur bi cur ji min pirs dikirin. Em dev ji nava berdin teklîfa sîxurtiyê li min kirin. Digotin ‘Ti ji me re navan bibêje tişta ti bixwazî em ê ji bo te û malbata te bikin.’ Sosretiya xwe bi pirsên xwe derxistin holê.”