Du pismamên Ereb ên di operasyona Minbicê de mil bi mil şer dikin
Çîroka Bûrkan Minbicî û Ebû Ehmed El Lîbî yên tevlî Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla bûne, bi tenê beşek ji têkoşîna gelê Ereb a li hemberî DAIŞ'ê ye.
Çîroka Bûrkan Minbicî û Ebû Ehmed El Lîbî yên tevlî Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla bûne, bi tenê beşek ji têkoşîna gelê Ereb a li hemberî DAIŞ'ê ye.
Ji malbata Bûrkan û Ebû Ehmed bi qasî 30 şervan di nava Siwar El Minbic de cih digirin. Bavê Ebû Ehmed û sê pismamên wî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Bûrkan jî, ji ber dagirkeriya çeteyan neçar maye pîşeyê xwe yê gelekî jê hez dike mamostetiyê biterikîne.
Bûrkan Minbicî yê di nava Tabûra Şehîdên Qûbe de cih digire diyar kir, li ser banga gel wan dest bi operasyonê kirine û anî ziman, ew bi taybetî bersivê didin daxwazên mirovên penaber bûne.
Minbicî da zanîn, ji bo rizgarkirina Minbicê wan xwe bi rêxistin kirine, xwedî rêxistineke xurt û bi dîsîplîn in û dixwazin li her cihî li dijî DAIŞ'ê şer bikin.
Minbicî da zanîn, operasyona ji bajarokê Tişrînê destpê kir, li qadeke berfireh tê meşandin û ew herêmeke mezin kontrol dikin. Minbicî destnîşan kir, ku ew êdî bi gavê ji xwe bawer, ber bi dorpêçkirina bajarê Minbicê ve diçin.
Di dewama axaftina xwe de Minbicî got, "Em bi qasî 30 pismam, di nava vî şerî de cih digirin. Heft birayên min di nava vî şerî de ne. Ji bilî me, birayên din jî mil bi mil şer dikin. Tabûar Siwar El Minbic a em pê ve girêdayî ne, piranî ji mirovên ji xizmên hev pêk tê. Ev biratî ne tenê di navbera xizman de ye, em bi şervanên ji gelên din ên di nava vî şerî de cih digirin jî bira ne. Lewma ez di wê baweriyê de me ku ev şer û proeya biratiyê wê bi ser bikevin. Kesek ji yê din cuda nîne, gelek ji gelê din mezintir nîne. Armanceke bi tenê ya hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn heye. Ew jî; rizgariya ji zilma DAIŞ'ê ye."
Minbicî ragihand, ew ê gelê Minbicê ji DAIŞ'ê rizgar bikin û got, "Em bawerin, bi şer em ê çeteyên DAIŞ'ê têk bibin. Lê belê, di dema vî şerê xwe de em ji hemû gelan dixwazin ku destekê bidin vê têkoşîna me ya ronî."
Ebû Ehmed jî da zanîn, ew ê tiştên DAIŞ'ê li malbata wî û mirovên mezlûm kirine ji bîr neke û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê di nava vî şerî de cih bigirim."
Ebû Ehmed da xuyakirin, ku ew hem ji xizmên xwe yên mil bi mil şer dikin, hem jî ji zarokên gelên din ên li kêleka hev şer dikin, moraleke mezin digire û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di navbera me de ne cihêkariya ol heye, ne jî cihêkariya nîjad. Hemû gelên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bira ne. Ereb, Kurd, Tirkmen, Êzidî, Sûnî, Xiristiyan, Êzidî ferq nake. Yên li heman çeperê şer dikin, xwişk û birayê hev in. Em jî ji vê rengîniyê hêz û moraleke mezin digirin. Beriya niha di şerê ji bo rizgariya Bendava Tişrînê, Pêngava Holê û rizgariya Kobanê de, em bi gelên cuda re di heman çeperan de cih girtin. Niha jî bi destûra Xwedê em ê Minbicê rizgar bikin û tevahiya Sûriyeyê ji hovîtiya DAIŞ'ê paqij bikin."