Dozgeriya Tirk xwest 20 sal cezayê girtîgehê li wekîlê HDP'ê Zeydan bê birîn
Li dijî Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan doz hate vekirin û daxwaza cezayê 20 salan ê girtîgehê tê kirin.
Li dijî Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan doz hate vekirin û daxwaza cezayê 20 salan ê girtîgehê tê kirin.
Serdozgerê Komarê yê Colemêrgê der barê Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan de, ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye gilîname amade kir û pêşkeşî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê kir. Heyeta dadgehê gilîname qebûl kir.
Dozger, di gilînameyê de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye", "Pesnê sûc û sûcdar daye", “li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanan tev geriya ye" û “endamê rêxistinê ye" dixwaze 20 salan cezayê girtîgehê were cezakirin. Dozger îdîa kir ku Zeydan, di navbera 2015-2016'an de li Colemêrg, Gever, Şirnexê beşdarî 7 civîn, meş û merasîmên cenazeyan bûye û sûc kiriye. Dozger xwest Zeydan ji endamtiya meclîse bê avêtin û hemû îstîhdama karmendiya wî bê qutkirin. Her wiha mafê wî yê hilbijartinê ji destê wî bê girtin. Dozger xwest doz li dadgeha bajarekî cuda bê dîtin.
Doz wê di meha sibatê de dest pê bike.
Hemam dadgehê têkildarî parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak bi heman hincetê xwestibû dadgeh li bajarekî din bê dîtin.