Dozgeriya Tirk dixwaze cezayê 32 salan ê girtîgehê bide Botan ê HDP'yî
Dozgeriya Tirk, têkildarî Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan gilîname amade kir û xwest, ji 17 heta 32 salan cezayê girtîgehê li Botan bê birîn.
Dozgeriya Tirk, têkildarî Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan gilîname amade kir û xwest, ji 17 heta 32 salan cezayê girtîgehê li Botan bê birîn.
Têkildarî Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, bi îdîaya "Heqaret li Midûrê Emniyetê yê Erdîşê kiriye" û "Li ber bicihanîna wezîfeya wî bûye asteng" gilîname hat amadekirin.
Gilînameya Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hate qebûlkirin.
Serdozgeriya Tirk xwest, ji 17 heta 32 salan cezayê girtîgehê li Botan bê birîn.