Dozgerê Komarê yê Wanê derbarê dîmenên ku dema gêrîlayên HPG'ê li navçeya Şemzînanê heyeta BDP, KCK û partiyên siyasî rawestandiye û sohbetê jêre kiriye lêpirsîn da destpêkirin.
Dozgerê Komarê yê Wanê, derbarê dîmenên ku gêrîlayên HPG'ê heyeta BDP'ê, KCD'ê û partiyên siyasî pêşwazî dike de lêpirsîn da destpêkirin. Li herêma navçeya Şemzînanê û derdorê gundên Nehrê, Rûbinûs, Navrezan pevçûnên di 23'ê Tîrmehê de destpê kir, berdewam dikin. Ji ber ku şer li herêmê didome û leşker gundan vala dikin Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, nûnerên HDK, Serokên Giştî yên EMEP'ê Selma Gurkan, ODP Bîlge Seçkin Çetinkaya, ESP Fîgen Yuksekdag û Serokê ESP'a Amedê Ramazan Karakaya li herêmê lêkolîn kiribûn.
Piştî duh heyet li gundê Nehrê ji aliyê gêrîlayan ve hatin rawestandin û niv demjimêrê sohbet kirin dozger lêpirsîn da destpêkirin.