Malbatên gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûna li navçeya Şemzînana Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan û cenaze li herêma operasyonê tên girtin ji bo cenazeyan bigirin serî li Dozgeriya Colemêrgê dan.
Ji 4 malbatên gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûna di 24'ê tîrmehê de li bejahiya mezraya Navrezan û Ribûnisê yên gundê Nehrî yê navçeya Şemzînana Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan 2 malbatan j bo cenazeyan bigirin serî li dozgeriyê dan.
Malbata gêrîla îhsan Acar (Kemal Îhsan) yê ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê û malbata gêrîla Sînem Unver (Sarina Dîcle) ya ji Şirnexê ji bo cenazeyên li herêma pevçûnê tên girtin, werbigirin bi nûnerên MEYA-DER'ê re serî li Dozgeriya Komarê ya Şemzînan dan. Lê dozgeriyê bi hinceta herêm ne bi ewleye daxwaza malbatan red kir.