Li Amedê derbarê broşura "Em jin dê cîhanê biguherînin, em dê li qadan bin" ku beriya 8'ê Adarê ji aliyê saziyên jinan ve hate amadekirin de biryara komkirinê hatibû dayîn. Niha jî derbarê Komîteya Amadekar de lêpirsîn hate vekirin. Jinên ku derbarê wan de lêpirsîn hate vekirin li Midûriyeta Polîsan ua îfade dan. Polîsan pirsa "Roj tê çi wateyê?" ji jinan pirsî.
Saziyên jinan ya Amedê beriya pîrozbahiya 8'ê Adarê broşura "Em jin dê cîhanê biguherînin, em dê li qadan bin" li tax û kolanan belav kirin û xwestin hemû jin tevlî şahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibe. Pişt re dozgeriyê derbarê belavok û afîşan de biryara komkirinê girt. Piştî biryarê niha jî 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê derbarê Komîteya Amadekar de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya Lêpirsînê ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Amedê ve hate destpêkirin de; Endamên Komîteya Amadekar ya 8'ê Atarê û xebatkara DÎKASUM'ê Ayten Tekeş, Rêvebera Komleya Jinan a Cerenê Gulsun Altan, xebatkara EPÎDEM'ê Semra Çîçek Kaya, Rêvebera Tum-Bel Sen'ê Yasemîn Noyan, Rêvebera BDP'ê ya Amedê Dilnaz Ekmekçî û Sercan Dogan çûn Midûriyeta Polîsan ya Amedê îfade dan.
JI POLÎSAN PIRSÊN BALKÊŞ!
Endamên Komîteya Amadekar ku beriya 8'ê Adarê buroşurên "Em jin dê cîhanê biguherînin, em dê li qadan bin" belav kirin û rastî lêpirsînê hatin, li Midûriyeta Polîsan ya Amedê rastî pirsên balkêş hatin. Polîsan di lêpirsînê de pirsên "Ew buroşurên ku îmzeya we jî li ser heye ji aliyê kê ve hatin amadekirin? Di amadekariya van buroşuran de çiqas keta we çêbû? Piştî der barê buroşuran de biryara komkirinê hate dayîn we hinek buroşur teslîm kiri. Ji bilî van buroşuran hêj di destê we de buroşur hene? Di buroşurê de 'Ji Rojê hemû jin' der bas dibe. Gotina 'Rojê' tê çi wateyê? Helbesta li ser buroşurê hate nivîsandin aydî kê ye?" pirsîn.
'TU PIŞTGIRIYÊ DIDE HEVOKA TÊKILDARÎ OCALAN?'
Polisan di lêpirsînê de der barê nivîsa bi sernavê "Çima ji Ocalan re azadî, ji komkujiya siyasî re bes e" a "Ji bo çareseirya pirsgirêka kurd divê muzakere bên destpêkirin û divê Brêz Ocalan muhatab bê girtin. Divê bi lezgîn b Brêz Ocalan ku 13 salin di bin tecrîda giran de ye hevdîtin pêk bên û mercên wî bên başkirin...." de jî pirsên balkêş kir. Polîsan ji endamên komîteyê pirsa "Hûn tev li hevoka têkildarî Ocalan dibin?" pirsîn.