Doza Medenî Yildirim heta 13'ê Cotmehê hat taloqkirin

Doza li ser qetilkirina Medenî Yildirim, îro dewam kir. Di encama rûniştina 4. de doz heta 13'ê Cotmehê hat taloqkirin.

Doza li ser qetilkirina Medenî Yildirim, ku li navçeya Amed Licê di 28'ê Hezîrana 2013'an de di çalakiya protestokirina çêkirina qereqolê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin, îro li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Leşkerê bersûc Adem Çîftçî yê ku negirtî tê darizandin tevlî rûniştinê nebû. Malbat û parêzerên Yildirim li rûniştinê amade bûn. Her wiha Cîgira Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî rûniştin şopand.

JI DOZGER PIRSEKE ECÊB

Di rûniştina dozê de şahidan gotin, leşkeran hema ji ber xwe ve gule reşandin. Li ser vê yekê dadgerê Tirk ji şahidan ev pirsa ecêb kir: "Madem leşkeran gule li we reşand, çima gule li we neket?" Şahidan jî gotin, "Eger gule li me jî biketa, we yê heman pirs ji şahidên me jî bipirsiyan" û nerazîbûn nîşan dan.

Ji parêzerên dozê M. Emîn Aktar jî da xuyakirin, ku ji çekekê bi tenê ya leşkeran 82 gule hatine teqandin û li cihê bûyerê bi giştî 27 çek hatine bikaranîn.

Rûniştina dozê heta 13'ê Cotmehê hat taloqkirin.