53'emin rûniştina doza 95 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku di nav de parlementerê DEP'ê Hatîp Dicle û Parlementerê BDP'ê Kemal Aktaş tevlî rûniştinê nebûn. Di rûniştinê de îqameya delîlan a Umît Aydin ê ku di 19'ê hezîranê de li nexweşxaneyê hate girtin hate xwendin.
53'emin rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya 95 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku di na vde parlementerên kurd jî hene, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Dema siyasetmedarên Kurd anîn edliyeya Amedê polîsan li derdorê edliyê tedbîrên gelek mezin girtin. Siyasetmedar û kesên xwestin beşdarî rûniştinê bibin di 3 noqteyên kontrolê re derbas bûn.
Di rûniştinê de Parlenmenterê DEP'ê Hatîp Dicle û Parlementerê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş jî di nav de 29 siyasetmedar ji ber ku bi rapor bûn nehatin rûniştinê. Li aliyê din xizmên girtiyan xwestin ava şîşên avê têxin hundir, lê ava şûşeyên avê ji aliyê polîsan ve hatin komkirin. Piştî serokê dadegehê Menderes Yilmaz çû Îzmîrê endamê dîwana dadgehê Dadger Bekîr Soyturk serokatiya dadgehê kir. Di rûniştinê de komeke parêzerên ji Baroya Îzmîrê jî tevlî rûniştinê bûn û piştgirî dan hempişeyên xwe.
KRÎZA PARASTINA BI KURDÎ BERDEWAM KIR
Umît Aydinê ku derbarê wî de ji doza KCK'ê birtaya girtinê hebû û di 19'ê hezîranê de ji bo dermankirina kezeba reş û kêmasiya gurçika kironîn, çibû Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê û li nexweşxaneyê hatibû binçavkirin. Der barê Aydin de bi îdiya di 'Saziya Hiqûqê ya KCK'ê de cih girtiye' îkameya delîlan hate kirin. Aydinê ji ber nexweşiya xwe bi rûpûşê beşdarê dozê bû û derbarê Aydin de beyanên ku emyetê, dozger û dadgehê amade kiribû hatin xwendin.
Di dema xandina belgeyan de û sûce ku Aydin pê hat tewanbarkirin de, Aydin xwest parastina xwe bi kurdî bike, lê dîsa dozgerê tirk mîkrofona Aydin girt û nehîşt Aydin bi zimanê dayika xwe, xwe biparêze. Ji be vê parêzeran da zanîn ku parastina zimanê dayîkê mafekî gerdûnî ye gotin, ji ber vê, serkê dadgehê Bekîr Soyturk ev bersiv da: "Bersûc ji ber tirkî jî dizanin bi israr dibên em ê bi zimanê dayîka xwe parastinê bikin. Ji ber vê em vê helwestê qebûl nakin."
ROPORTAJA HASAN CEMAL SÛC HATE DÎTIN!
Di rûniştina de hat destnîşan kirin ku der barê Aydin de rapora sedî 80'ê ya astengiyê heye û ev rapor di nasnameyê de jî hatiye piştrastkirin; di dema lêgerîna mal û biroya rêveberên herêmê de îdiayên ku hatine bidestxistin jî cih jêre hatin veqetandin. Di kompîtûra hatine desteserkirin de, roportaja Rojnamevan Hasan Cemal ya li Qendîlê bi Serokê Konseya Rêbveberiya KCK'ê Murat Karayilan re jî wekî delîla sûc hate dîtin.
Parêzêr Meral Daniş Beştaş bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê jî wekî sûc tê nîşandan, di navbera parastinê de serokê dadgehê Soyturk, axivî îdia kir ku êdî Newroz dijqanûnî tê pîrozkirin. Parêzer Daniş Beştar, bersiv da serokê dadgelê û da zanîn ku li gorî vê dijqanûniye û ve kiriye dij qanûnî.
Parêzer Fethî Gumuş, bal kişand ser delîlên ku hatine xwendin û diyar kir ku li gorî parêzvaniyê tiştên xirab in.