Dor li çeteyên li Hesekê teng bû
YPG'ê diyar kir ku di çarçoveya operasyona li hemberî çeteyên li Hesekê tê meşandin de, dor li çeteyên li taxên Neşwê û Xwêran asê mane, hatiye tengkirin.
YPG'ê diyar kir ku di çarçoveya operasyona li hemberî çeteyên li Hesekê tê meşandin de, dor li çeteyên li taxên Neşwê û Xwêran asê mane, hatiye tengkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyonên li dijî komên çete yên dixwazin navenda bajarê Hesekê dagir bikin, dewam dikin.
YPG'ê diyar kir ku di çarçoveya operasyona li hemberî çeteyên li Hesekê tê meşandin de, dor li çeteyên li taxên Neşwê û Xwêran asê mane, hatiye tengkirin û got, "Hêzên me yên ku dorpêça aliyê rojhilat û başûrê Hesekê temam kirin, ji rojavayê Hesekê ve ketin nava tevgerê û ketin taxa Neşwê. Hêzên me xwe gihandin çerxerêya stratejîk a Neşwê ya ku demeke direj di destê çeteyan de bû.
Êrîşên çeteyan ên ji bo şikandina dorpeçê jî dewam dikin. Komên çeteyan şevê din li herêmên gundê Dawidiyê û Vîlatê Sor ên li başûrrojhilatê Hesekê çend êrîşên cuda lidar xistin. Êrîşa çeteyan a bi maşîneke teqemenî barkirî li dijî gundê Dawidiyê hat lidarxistin, ji aliye hêzên me ve hat pûçkirin. Komên çeteyan bi awayekî hemwext hin nuqteyên li ber Çemê Xabûrê jî kirin hedef. Lê hêzên me êrîşên li vir jî pûç kirin.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vî şerî de nehatiye zelalkirin. Operasyonên hêzên me yên li hundir û derveyî Hesekê dimeşînin berdewam dikin."
'5 GUND HATIN PAQIJKIRIN'
YPG'ê li ser operasyona li Kobanê tê meşandin jî ev agahî bi raya giştî re parve kir:
Hêzên me duh bi şev li van qadan operasyonek nû lidar xistin. Hêzên me 2 girên stratejîk ên li derdora gundê Mecbele ji çeteyan paqijkirin. Dîsa 3 girên stratejîk ên li derdora bajarokê Sirîn ên bi navê Girê Ortê, Girê Spî û Girê Sirîn hatine rizgarkirin. Li gundê Mirabba yê ku di çarçoveya operasyonê de ye, di navbera hêzên me û komên çeteyan de cih bi cih şer diqewime.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî termekî çeteyan dest danîn li ser 2 motorsîklet, 3 kleş, 1 BKC û 1 textê çeteyan."