Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bertekek hişk nîşanî ziyareta Parlementera serbixwe ya Amedê Leyla Zana ya bi Serokwezîrê Tirk Erdogan kir û diyar kir ku, hevdîtina Zana ya bi Erdogan re li dijî rewatiyê ye û dijdemokratîke.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), piştî hevdîtina Leyla Zana ya bi Serokwezîr Recep Erdogan re daxuyaniyek nivîskî da. DOKH'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, statuya siyasî ji bo nasandina mafê nasname û qedera gelekî ye û wiha got "Gelê Kurd bi felsefeya siyaseta demokratîk pradigmaya neteweya demokratîk projeya xweseriya demokratîk danîye holê. DOKH'ê da zanîn ku gelê Kurd û jinên Kurd ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevlîbûna siyaseta demokratîk ya PKK'ê berxwedanek bi heybet nîşan daye û wiha got: "Gelê Kurd û jinên Kurd bi bi zelaliya "An azadî, an mirin" ber xwe daye û ev yek îspat kiriye. Hikûmeta AKP'ê her tiştî dibîne, lê bi polîtîkaya înkar û îmhayê nêzî çareseriye dibe. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan saleke di bin tecrîdê de ye. Nêzî 10 hezar nûnerên gelê Kurd avêtine girtîgehê. Komkujiya Roboskiyê pêk aniye. Operasyonên leşkerî berdewam dikin. Li dijî şervanên azadiyê polîtîkaya îmhayê dimeşîne. Li şûna daxwazên gelê Kurd yên statûyê li gorî berjewendiyên xwe nêzî çareseriyê dibe. "
DOKH'ê da zanîn ku AKP dixwaze bi dersên hilbijartî û çend beşên Kurdolojî kurdan bixapîne û wiha berdewam kir. Naxwazin zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û perwerdehiya zimanê kurdî asteng dike. Bi awayekî fermî kurdî nas nake. Hikûmeta AKP'ê bi her alî li dijî kurdan şerekî fireh û pir alî dimeşîne. Li aliyekî tecrîd û komkujî, li aliyê din operasyonên siyasî û leşkerî dimeşîne. Dîsa polîtîkayên înkar û perçekirinê berdewam dike. Bila baş zanibe ku gelê kurd û jina kurd ciddîye û heta dawî li pey mafê xwe ye."
DOKH'ê da zanîn ku, heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê bi destxistin, heta Ocalan muhatab neyê girtin, heta tevgera Azadiya Kurd wekî nûnerên gelê Kurd di nava siyaseta demokratîk de bi awayekî fermi cih negirin gelê Kurd û jina Kurd û hewldanên Kurd vê helwestê qebûl nake û erê nake.
'DIYALOG DIJDEMOKRATÎKE'
DOKH, anî ziman ku diyaloga Leyla Zana ya bi AKP'ê re li dijî rewatiyê û demokratîkbûnê ye û li dijî vîna hezaran jinên ku bi kodaya ji sedî 40 ew hilbijartiye. DOKH'e destnişan kir ku ev diyalog li dijî vîna bi hezaran kesên bi operasyonên bi navê KCK'ê hatin girtine û li dijî vîna gel pêk hatiye."