DMME ji bo Paksoy biryara tedbîrê girt
DMME serlêdana ji bo Huseyîn Paksoy ê 4 rojan bi birîndarî li Cizîrê dihat ragirtin qebûl kir. Dadgehê xwest ku ji bo mafê jiyanê tedbîrêdan pêwîst bi lezgînî bê girtin û ewlehiya can bê standin.
DMME serlêdana ji bo Huseyîn Paksoy ê 4 rojan bi birîndarî li Cizîrê dihat ragirtin qebûl kir. Dadgehê xwest ku ji bo mafê jiyanê tedbîrêdan pêwîst bi lezgînî bê girtin û ewlehiya can bê standin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa berê ji bo serlêdanên ‘tedbîrên îhtiyadî” yên ji bo “qedexeyên kolanan” diyar kiribû ku pêwîstî tineye, serlêdana ji bo Huseyîn Paksoy ê li Cizîrê ji ber birîndar bû nikarîbû biçe nexweşxaneyê qebûl kir.
DMME serlêdana ji parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Nuray Ozdogan nirxand. Dadgehê wiha biryar da: “Li gor 39. Xala Rêziknameya DMME, ji bo parastina jiyan û yekbûna fîzîkî ya kesên serî lê daye, ji bo tevahî tedbîr bên girtin hikûmeta Tirkiye bê hişyarkirin.”
DMME destnîşan kir ku tevgerek cudahiyê vê wê wek binpêkirina 34. Xala hevpeymanê bigire dest. Têkîldarî vê biryarên berê bi sedema mafê jiyanê ji bo Mahmad Kûlov û Paskarov hatibû girtin bi bîr xist.
Parêzer Nûray Ozdogan biryar wiha nirxand: “Dadgeh ket cîdiyetê ku mafê jiyanê di xeteriyê de ye. Ji ber ku me tiştekî zêde şênber pêşkêş nekiribû. Malbat nikaribû bigihiştayê, fikar hebûn me jî ev ragihand.”