Em li şehîdgeha Kobanê ne... Gorên bi sedan mirovên ku li dijî barbaran şer kirin û canê xwe feda kirin, li vir in. Şehîdgeh bi alên rêxistinên berxwedanê hatiye xemilandin.
AMED DÎCLE
KOBANÊ / ANF
yekşem, 6 sermawezê 2016, 07:00
Şehîdên ku li ber xwe dan û bi fîşeka dawî dawî li jiyana xwe anî, ji bo parastina hevalên xwe canê xwe feda kir, kolana lê bû neterikand û bedena xwe li dijî tankan kir sîper...
Rêwan, Arîn Mîrkan û hê bi dehan şervanên ku ji bo parastina heval û axa xwe bombeyên li bedena xwe pêçandî teqandin, li vir in...
Wan nirxekî mezin, mîrateyeke mezin ne tenê ji Kobanê, Rojava yan jî Kurdistanê re, ji tevahiya cîhanê re hiştin...
Ji bo fêhmkirina berxwedana Kobanê divê mirov biçin serdana şehîdgehê û yek bi yek li ser goran bigerin, destê xwe bidin kevirên ber serê wan. Yên ku saetek piştî hatina vê derê, 'bêyî ku tasek ava Kobanê vexwe' şehîd bûn, li vir radizên...
Gora gelek şervanên ji sînoran derbas bûn û hatin Kobanê, şehîd bûn, lê hê jî navên wan nayê zanîn, li şehîdgehê hene.
Li ber kevirê ber hin goran, nameyên zarokên wan ji bavên xwe re nivîsandî hene.
Li hin ji wan jî eşyayên şehîdan hene.
Li ber serê hin ji wan, diyariyên dawî yên ji dê û bavên xwe re hiştibûn, hene...
Li ser kevirê li ber serê hin ji wan, helbest û sozên ku şervanan ji hevalên xwe re nivîsandî, hene...
Dema mirov digihêjin şehîdgehê, xaziyên ku gora hevalên xwe yên şehîd ziyaret dikin, dibînin...
Li Şehîdgeha Kobanê niha muzeyeke mezin tê çêkirin. Ji bo kêmasiyên di çêkirina şehîdgehê de derketine holê bên çareserkirin, kar tê kirin.
...
Li navenda Kobanê jî şopa şer û berxwedanê hê mîna xwe ye. Li her gava em davêjin, qala çîrokeke berxwedanê tê kirin. Du taxên ku berxwedan lê zêde bû, weke muzeyê hatine destnîşankirin. Eşyayên şervanên şehîd bûne tên parastin. Karê muzeyê ji aliyê ekîbekê ve tê meşandin.
Li taxên din ên bajêr, xanî bi giranî hatine çêkirin. Li hin cihên berê hatin diyarkirin, înşaetê dest pê kir, lê ji bo niha sekiniye. Jiyana li Kobanê li gorî şer hatiye birêxistinkirin.
Tirkiyeyê dîwar li ser sînor lê kiriye û deriyê sînor jî li çûn û hatinê hatiye girtin. Vegera li Kobanê jî dewam dike. Yên beriya niha ji vir koç kirine, hefteyê du rojan dikarin vegerin. Yên vedigerin nikarin tiştekî bi xwe re bînin. Derketina ji Kobanê û çûyîna aliyên Tirkiyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin.
Vekirina rêya Kantona Cizîrê û herî dawî vebûna rêya Minbicê, bandoreke girîng li tedarikkirina pêdiviyên gel kiriye. Pêdiviyên bingehîn ên rojane bi vî rengî tên peydakirin. Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberiya Kantonê ve hatin dayîn, ji sedî 70 ê gel vegeriya ye. Li navenda bajarê Kobanê niha bi qasî 50 hezar kes dijîn. Tevî mirovên li gundan dijîn, nifûsa Kobanê gihîştiye 100 hezarî... Pirsgirêka av û elektrîkê ya bajêr bi giranî çareser bûye. Lê belê telefon û înternet qels e. Dibistan vekirî ne, perwerde li gorî derfetan tê dayîn.
Girê Miştenûrê jî ku sembola herî girîng a bajêr e, bi giranî ji bo ewlekariyê tê bikaranîn. Li aliyekî Miştenûrê Deşta Pirsûsê, li aliyê din jî Kobanê û gundên li derdorê hene. Li vê derê, bi tecrûbeyên hatine bidestxistin re, tedbîrên cuda yên ewlekariyê tên girtin.
Li quntarê din ê Girê Miştenûrê, ku Arîn Mîrkan lê şehîd bû, wê bîrdariyeke din were çêkirin.
Li Kobanê, şehîdê her malbatekê heye. Di nava hin malbatan de du-sê şehîd jî hene. Ji ber ku bajarekî biçûk e, her kes hev nas dike. Têkiliya manewî ya navbera mirovan, piştî şer xurtir bûye û Kobanê êdî ji bajarekî wêdetir veguheriye 'malbateke' ji hezaran endamî.
Kobanêyî dibêjin, ev bajar êdî ne tenê bajarê wan e. Dibêjin, 'Ev der mala her kesên ji xwe re dibêje, ez mirov im' e. Qala şervanên din ên hatin vê derê û şehîd bûne, dikin. Dizanin ku Kobanê nirxekî hevpar ê mirovahiyê ye. Haya wan ji vê heye û bi vî rengî dijîn.
Komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Hezîrana 2015'an de bi desteka dewleta Tirk li Kobanê kir, birîneke mezin vekir ku wê êşa wê ti carî neqede. Hin zarok li pêş çavên dê û bav, hin dê û bav jî li pêş çavên zarokên wan bi hovane hatin qetilkirin. Û ev mirov niha li vir dijîn. Ji bo mirovên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, şehîdgeheke cuda hatiye çêkirin. Di komkujiyê de bi qasî 300 sivîl hatin kuştin. Lê belê temamiya bajêr şahidî ji vê komkujiyê re kir. Ev êş di rûyê her mirovekî Kobanê de tê dîtin...
Li dijî êrîşên gengaz ên DAIŞ'ê û dewleta Tirk, tedbîrên ewlekariyê bi girîngiyeke mezin tên girtin. Tevî YPG/YPJ'ê, Asayîş, Hêzên Parastina Cewherî, leşkerên Erka Xweparastinê li her nuqteya ketin û derketina bajêr, li ser kar in.
Rêveberiya Kantonê jî avahiya ku beriya niha bi kar danî, bi giranî sererast kiriye û bi kar tîne. Ji ber ku cih û derfet nîne, wezaret li du avahiyan bi cih bûne. Bi hemû pirsgirêkên li bajêr re mijûl in.
Li bajêr, rêveberiya TEV-DEM'ê, saziyên jin û ciwanan, Saziya Malbatên Şehîdan, Heyva Sor a Kurdistanê bênavber dixebitin. Hema hema her kes bûye endameke/î saziyekê yan jî komîteyekê. Koordînasyona navbera saziyan jî rojane pêk tê.
Mirovên li vê derê şerê li Bakurê Kurdistanê û Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Ji ber ku haya wan ji şerê li ser Kurdan tê ferzkirin heye, şert û mercên ew di nav de ne çi dibin bila bibin, ti bendewariya wan ji derve nîne. Dibêjin, 'çarenûsa me bi me ve girêdayî ye, serketina me wê hevpar be...'
Ji bîr nekirine ku êrîşên li dijî Kobanê bi destê DAIŞ'ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin û timî qala vê dikin. Ji ber vê yekê, sînorê Tirkiyeyê weke 'sînorê DAIŞ'ê dibînin. Yên ku vegeriyane Kobanê û li vir jiyana xwe didomînin, bi vê bîr û baweriyê hatine.
Gelê Kobanê dibêje, ancax yek ji çar parên berxwedana Kobanê hatiye vegotin. Dibêje; Kobanê di çapemenî-weşanê de bi têrkerî nehatiye vegotin, bûyerên li vir qewimîne dikarin bibin mijar ji dehan dokûmanter, fîlm û pirtûkan re. Û dixwazin ev berxwedan were vegotin.
Her kesên em pê re daxivin, bi dehan leheng, bi sedan çîrokên xwe yên lehengiyê hene... Mirov dikarin heta cihekî lê guhdarî bikin. Ew jî heta cihekî vedibêjin. Dûre gotin di ber wan de dimîne û dernakevin derve...
Lê belê Kobanê dîl neketiye destê êş û hovîtiya bi serî de hatiye. Bi rûmeta berxwedan û lehengiya vê derê li ser piyan e û her kesên silav daye wan, silav dike...