'Dixwazin vîna siyasî ya gelê Kurd bişînin'

'Dixwazin vîna siyasî ya gelê Kurd bişînin'

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û parlementerên BDP'ê pêkanînên polîsan ên duh li dijî gel û parlementeran pêk hat nirxand. Parlememterê BDP'e Sirri Sureya Onder ku li gel Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattin Demîrtaş û parlamenterên BDP'ê ji bo êrîşên polîsan şermezar bikin heta serê sibê li Parka Sumerê çalakiya rûniştinê pêk anîn, bertek nîşanî êrîşa polîsan da û wiha got: "Dewletê balafirê xwe li Derya Spî winda kir. Baweriya xwe jî li kuçê Amedê winda kir.

Hevserokên BDP'î parlamenterên BDP'ê, şaredarên BDP'î, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, piştî êrişa polîsan a li dijî gel û parlementeran li Parka Sumerê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiya rûniştinê de Hozan Comert, Rojda, Xemgîn Bîrhat û gelek hunermendên din jî piştgiriya xwe anîn ziman. Dîsa gelek welatiyên ku li parkê heta serê sibê nobet girtin bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ez qurbana Ocalan" berz kirin. Parlementerên ku heta serê sibê çalakiya rûniştê pêk anîn bertekên xwe yên li hemberî polîsan anin ziman. Serê sibê jî Şaredariya Amadê taştê da welatiyên ku çalaki pêk anîn.

Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku dewletê balafirê xwe li Derya Spî, baweriya xwe jî li kuçê Amedê winda kir û wiha got: "Hikumet dixwaze gel bike kolê xwe û li ber xwe çong bide. Lê gel nişan da ku ji bo mafê xwe tu carî çong nade.

AYDOGAN: HEMÛ HEWLDAN Û ÊRÎŞÊN DEWLETÊ PÛÇ DERKET

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan êrîşên li dijî gel û parlementeran nirxand û wiha got: "14'ê Tîrmehê ji bo gelê Amedê rojek dîrokî ye. Gelê Amedê ji 7 heta 70 salî derket kolanan û berxwedanek mezin nîşan da. Gel bi berxwedana xwe hemû hewldanên dewlet û AKP'ê pûç kir. Gelê Amedê û gelê kurd bi vê berxwedanê diya kir ku dê heta dawî ji bo azadiya Brêz Ocalan têbikoşe.

BALUKEN: DI 14'Ê TÎRMEHÊ DE DESTANA BERXWEDANÊ HATE NIVÎSANDIN

Parlementerê BDP'ê yê Çewlîkê Dr. Îdrîs Baluken jî anî ziman ku gelê Amedê dîsa di 14'ê Tîrmehê de dîrok û destana berxwedanê nivîsand û hemû polîtîkayên AKP'ê yên înkar û qedexeyan vala derxist. Baluken, da zanîn ku 14'ê Tîrmehê ji bo gelê kurd pir bi wate û girîng e û wiha got: "Em dê bi berxwedana gelê kurd bêtir li daxwaz û coşa wî xwedî derkevin. Me bêtir hêz girt û em dê bêtir têbikoşin."

TAN: DIXWAZIN VÎNA SIYASÎ YA GELÊ KURD BIŞKÎNIN

Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan jî ani ziman ku wan xwest li gorî rêgez û zaganan mîtîngê pêk bîne, le ji aliyê hikûmetê ve daxwaza gelê kurd hate qedexekirin. Tan, da zanîn ku hikûmetê û walî hemû daxwazên gelê kurd red kir û wiha got: "Waliyê Ametê bi fermana Serokwezîr biryar da û xwest vîna siyasî ya gelê kurd bişkîne. Ji têkoşîn û xebatên BDP'ê pir aciz in. Ji ber vê yekê dixwazin hemû rêyan li pêşiya BDP'ê bigirin. Ev pêşveçûna hikûmetê ne ji bo xêrê ye û xizmetê ji aştiyê re nake.