'Dixwazin KCD'ê ji holê rakin'
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, ku piştî 7 salan, parlamenter û hevşaredar jî di nav de gelek kes bi hinceta ku pêwendiya xwe bi KCD'ê re hene hatine girtin û got, ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, ku piştî 7 salan, parlamenter û hevşaredar jî di nav de gelek kes bi hinceta ku pêwendiya xwe bi KCD'ê re hene hatine girtin û got, ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
Di lêpirsîna siyasetmedarên Kurd ên rojên dawî hatin girtin de, hewl tê dayîn ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îllegal were nîşandan. Ev hewldan operasyonên sala 2009'an ên ji bo tesfiyekirina KCD'ê anî bîra mirovan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, ku di pêvajoya çareseriyê de dewlet li ser dayîna statuya fermî ji KCD'ê re disekinî, lê niha bi taktîka FETO'yiyan terorîze dike. Guven destnîşan kir, ku karê wan li nava gel meşrû ye.
Aliyê hevpar ê operasyonên li dijî siyaseta Kurd tê meşandin, hewldanên dozger û dadgeran ên ji bo nîşandana îllegal a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji ber ku delegeyên KCD'ê ne û li civata giştî axivîne weke ku 'sûc' kirine, hatin lêpirsîn. Her wiha dozgerên ku lêpirsîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder meşandin, KCD weke platformeke KCK'ê nîşan dan.
KCD di çarçoveya mîsyona 'pêvajoya çareseriya demokratîk' de, xebitî û hevserokê wê Hatîp Dîcle jî bi rêya wezaretên edalet û karên hundir di navbera Îmrali, Enqere û Qendîlê de çûn û hatin. Wekî din, ji bo girtina xendekên li Cizîrê ji ber bêsamîmiyeta hikûmetê hatin kolandin werin girtin, li ser 'tika' dewletê, çû herêmê û pirsgirêk çareser kir.
AKP NIHA BI RÊBAZA FETHÛLLAHIYAN TEVDIGERE
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, li ser hewldanên îllegalkirina KCD'ê, ku platforma herî berfireh a civaka sivîl a li Kurdistanê ye, ji ANF'ê re axivî. Guven bibîr xist, ku KCD a navenda wê li Amedê ye, di 30'ê Cotmeha 2007'an de ava bû û di sala 2009'an de bi gilînameyên ji aliyê dozgerên bi navê 'FETO'yî' hatin girtin, hewl hat dayîn, ku xebatên wê îllegal bên nîşan dan. Guven diyar kir, bi van gilînameyan re bi navê 'li dijî KCK'ê operasyon hat destpêkirin. Guven da zanîn, di wê demê de bi hezaran siyasetmedar, şaredar, parêzvanên mafên jinan û mirovan, rojnamevan hatin girtin û anî ziman, ku piştî 7 salan, parlamenter û hevşaredar jî di nav de gelek kes bi hinceta ku pêwendiya xwe bi KCD'ê re hene hatine girtin. Guven destnîşan kir, ku ev dûrî aqil e û ne ya qebûlkirinê ye.
DI NAVENDA KONSEPTA NÛ DE DÎSA KCD HEYE!
Guven diyar kir, AKP hewl dide Kurdan ji ser zemîna siyasetê bibe û vê yekê jî di bin navê 'operasyonên li dijî KCK'ê de li hemberî xebatên KCD'ê dimeşîne. Guven got, "Berê gotin operasyonên KCK'ê û bi hezaran siyasemetdar girtin. Dûre derket holê ku ev ji aliyê FETO'yiyan ve hatiye kirin û em hatin berdan. Niha konsepteke nû afirandine. Kongreya Civaka Demokratîk xistine navenda vê konseptê."
OCALAN JI BO KCD'Ê GOTIBÛ ÇI?
Guven li ser damezrandin û mîsyona KCD'ê wiha axivî: "Di sala 2007'an de bi hevgirtina pêkhateyên siyaseta Kurd û saziyên civaka sivîl ên Kurd re, di encama biryareke hevpar de KCD derket holê. Hewl didin KCD'ê bi Birêz Ocalan re girê bidin, rast e. Birêz Ocalan jî gotibû, "Eger kongreyeke bi vî rengî li Kurdistanê hebe, wê baş be. Hemû sazî car carna di bin sîwanekê de dikarin li hev bicivin û li hev bikin'. Heyeta dewletê gelekî baş bi vê zane. Birêz Hatîp Dîcle şexsiyeteke ku tevî heyeta dewletê tevlî Heyeta Îmraliyê bû û çû dîtina Birêz Ocalan. Birêz Ocalan xwestibû ku KCD bibe xwedî statuyeke fermî û ji bo vê jî divê dewlet bixebite. Di vê mijarê de bi rêya heyeta dewletê, ji Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Efkan Ala re agahî şandibû. Birêz Ocalan gotibû, 'Bila Birêz Ala li ser KCD'ê bixebite. KCD meşrû ye, ji delegeyên gel pêk tê. Gelek pêkhateyên xwe hene. Lewma pêwîstî pê heye ku ev kongre bibe xwedî statuyeke fermî'. Eger pêvajoya çareseriyê neqediya bûya, bi karê Wezareta Karên Hundir re wê statuyeke bi vî rengî bihata dayîn. Piştî ku pêvajoya çareseriyê qediya, mîna her tiştî statuya fermî ya KCD'ê jî nîvco ma."
DIXWAZIN KCD'Ê JI HOLÊ RAKIN
Guven da xuyakirin, ku hewldanên terorîzekirin û îllegalkirina KCD'ê ne di cih de ne û anî ziman, gel KCD'ê qebûl dike û rewa dibîne. Guven got, "Dema mirov li pirsên di binê çavan de ji parlameteran û hevşaredaran hatine pirsîn binêrin, wê derkeve holê ku hewl didin KCD'ê terorîze bikin. Plana ji holê rakirina KCD'ê tê kirin. Lê em ê li ser karê xwe bin. Em rewa ne. Rewatiya herî mezin jî me ji gelê xwe girtine. Em ê xebatên xwe bidomînin. Em sûcdariyên li me tên kirin, qebûl nakin."