Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Weqfa Diyanetê (DÎVES) Zahît Aktaş bertek nîşanî peyva "Selam" ya ku di kovara Diyanetê ya meha Remezanê de bi kurdî nehate wergêrandin da û wiha got: "Vê yekê careke din nîşanî me da Diyanet ne saziyekî olî, saziyekî polîtîke."
Sekreterê Giştî yê DÎVES'ê Zahît Aktaş bertek nîşanî peyva "Selam"ya ku di kovara Diyanetê ya meha Remezanê de bi 40 zimanan hate wergêrandin lê cih neda kurd da. Aktaş têkildarî mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da û anî ziman ku, ev yek nayê qebûlkirin û wiha got: "Em hêj dibin şahidên nêzîkahiyên nîjadperest yên bi hewildanên ziman û çandên cuda winda bikin dibin.
‘DIYANET NE SAZIYEK OLÎ SAZIYEK POLÎTÎKE’
Aktaş da zanîn ku, ola îslamî pirzimanî û çandî dijber nabîne û bingeha civaka pirçandî ji aliyê Hz. Muhammed ve hatiye avêtin. Aktaş bal kişand ser kovara Diyanetê ya di meha Remezanê ya bi navê "Selam" derket û wiha pê de çû: "Mixabin di kovarê de wergera peyva 'Selam' bi kurdî tuneye. Saziya Diyanetê ya ku cih neda Kurdî û hinek zimanên din nîşaneya sazî saziyeke olî na saziyeke polîtîke."
‘TUNEHESIBANDINA ZIMANEKÎ TUNE HESIBANDINA AYETA XWEDÊ YE’
Aktaş got, "Tunehesibandina zimanekî tune hesibandina ayeta Xwedê ye." û wiha pê de çû: "Xweda teâlâ di Sureya Rum de û ayeta 22'yemîn de wiha dibêje: Afirandina erd û asîman, cudahiya ziman û rengan delîlên hebûna Wî ne. Dema ku em berê xwe didin vê ayetê jî Diyanet saziyeke çiqas polîtîke nîşanî me dide."