Divê mirovahî li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê bibe yek

Mîna her carê şerê li Şengalê jî herî zêde zerar da jinan. Jinên Êzidî yên ji cih û warên xwe bûn, zarok û xizmên xwe winda kirin, rastî destavêtinê hatin û li bazaran hatin firotin.

Di salvegera yekemîn a komkujiya Şengale de jinên Êzidî hewl didin birînên xwe bipêçin. Her çend gelekî bêriya xaka xwe dikin jî ji ber hovîtiya DAIŞ'ê nikarin vegerin. Li kampa Êzidiyan a li navçeya Amed Yenîşehîrê hewl didin ji xwe re jiyaneke nû ava bikin. Jinên ji ANF'ê re axivîn bang li tevahiya mirovahiyê kirin ku li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê bibin yek.

Mîna her carê şerê li Şengalê jî herî zêde zerar da jinan. Jinên Êzidî yên ji cih û warên xwe bûn, zarok û xizmên xwe winda kirin, rastî destavêtinê hatin û li bazaran hatin firotin. Gelek ji wan hînê di destê DAIŞ'ê de ne, yên rizgar bûne jî li kampa Yenîşehîr a Amedê hewl didin ji xwe re jiyanê ava bikin. Tevî ku di ser re salek derbas bûye jî jinan hînê travmaya komkujiyê ji ser xwe neavêtine. Hiş û bala wan li jinên li dû wan mane ye.

Wetha Xelîl yek ji bi hezaran jinan e ku piştî êrîşa DAIŞ'ê neçar ma ji Şengal a lê ji dayik bû, mezin bû û lê zewicî, bireve. Xelîl a ji ber terora DAIŞ'ê bi 6 zarokên xwe re ji gundê Xanesorê xwe li Çiyayê Şengalê girt, destnîşan dike ku bi saya gerîlayên HPG/YPG'ê ew îro dijîn. Xelîl diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di berbanga sibehê de êrîşî gundê wan kirine, bi lez û bez ew neçar mane birevin û got, "DAIŞ'ê, extiyar, zarok, jin her kes qetil kir û yên qetil nekir jî bi xwe re bir. Yên mirin mirin, yên reviyan jî xwe li çiyê girtin. Em jî ji yên xwe li Çiyayê Şengalê girtibûn bû. Bi rojan em tî û birçî bûn. Gelek zarok ji ber şert û mercên zehmet jiyana xwe ji dest dan. Dûre gerîlayên PKK'ê hatin û em rizgar kirin. Xwedê ji wan razî be. Eger bi ya pêşmergeyan bûya, em îro ne li vir bûn."

'BEDENA MIN LI VIR BE JÎ DILÊ MIN LI ŞENGALÊ YE'

Xelîl a ku bi zarok û hevserê xwe re saleke li kampa Yenîşehîr a Amedê dijî, ji kampê gelekî razî ye. Xelîl anî ziman ku ew li vê kampê azad e, lê belê ti cih nabe mîna xaka mirovan û got, "Bedena min li vir be jî dilê min hînê li Şengalê lê dide." Xelîl da xuyakirin ku ew timî li gundê xwe û hevalên xwe yên jin ên agahî jê nagire difikire û destnîşan dike ku heta DAIŞ a mîna xewnreşkê bi ser Rojhilata Navîn ve hat ji xaka wan neyê qewirandin, ne pêkane ku ew vegerin Şengalê. Xelîl got, "Zarokên me li wê derê mîna koleyan tên ragirtin. Keçên me yên 15 salî bi extiyarên 70 salî re hatin zewicandin. Li wir şehîdên me hene, mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane, hene."

'KÎJAN MIROVAHÎ ZAROKAN BI DAYIKAN DIDE XWARIN'

Xelîl bibîr xist ku DAIŞ xeterî û gefeke mezin ji bo tevahiya mirovahiyê ye û bal kişand ser vegotinên xizmên xwe yên ji wir reviyan. Xelîl ev hovîtiya DAIŞ'ê vegot: "DAIŞ'ê bang li dayikên ku zarokên xwe dixwestin kir. Ji wan re gotin, eger hûn xwarinê bixwin, hûnê karibin zarokên xwe bibînin. Dayikan bi zorê goştê ji wan re hat dayîn xwarin. Piştî xwarinê endamên DAIŞ'ê yên li ser serê wan sekinîbûn, ji wan pirsîn ku wan goşt ecibandine yan na. Dema ku jinan tiştek negotin, çeteyan gotin ku goştê wan dane xwarin goştê zarokên wan e. Vana ewçend barbar in. Kîjan mirovahî dikare goştê zarokan bide dayikan. Cihê hovîtiyeke bi vî rengî di ti ol, bawerî û mezhebê de nîne. Em êdî naxwazin li diyarekî her tim rastî komkujiyan tê mezin bibin." Xelîl destnîşan kir ku divê mirovahî li dijî zîhniyeta DAIŞ'ê bibe yek.

BENZÎN RIJANDIN SER Û XWESTIN BIŞEWITÎNIN

Nûrê Bişar a ji Xanesorê ku di kêliya dawî de ji komkujiya Şengalê rizgar bû, anî ziman ku DAIŞ a tiyê wê qetil kir, xwişka wê û sê zarokên wê yên nikarîbûn birevin dîl girtine û hewl dane bişewitînin. Bişar got, "Ew xistin odeyekê û benzîn rijandin ser wan. Dema hewl dan bişewitînin, telefonek ji wan re hat û bi wî rengî ew li wir hiştin û çûn." Bişar diyar kir ku parêzvanên mafên mirovan xwişka wê û sê zarokên wê birine Elmanyayê û got, "Vî şerî berê her yekî ji me da derekê. Em ji hev qut bûn. Em hatin diyarên xerîb û em nizanin ku wê sibe çi biqewime."

Bişar anî ziman ku DAIŞ'ê zarokên astengdar jî qetil kiriye û bibîr xist ku şer her tim li gelên xizan dixe. Bişar got, "Zarokên astengdar jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Şer em ji hev belav kir. Aqûbeta hevalên me, xizmên me ne diyar e. Gelo hatine firotin? Hatine qetilkirin? Yan rizgar bûne? Em her roj van pirsan ji xwe dikin. Ji ber vê yekê ez nikarim ji ber xilasbûna xwe kêfxweş bibim. Ji ber ku bi zindî rizgarbûna ji şer pirsgirêk e. Tu ji tinebûnê dest bi her titşî dike. Koçberî, ne diyarî her li ber mirovan e. Divê ev hovîtî êdî bisekine. Her kes li dij derkeve."

'ŞER NE ZAROK, NE JIN, NE EXTIYARAN NAS DIKE'

Gewaz Hesen dayika 9 zarokan e. Hesen a ji gundê Gevara Şehîdan a Şengalê, ku ji ber êrîşa DAIŞ'ê neçar ma bireve Bakurê Kurdistanê bi vî rengî behsa bûyerên bi serê wan de hat kir: "Dema şer derket, di destpêkê de ne xema me bû. Me got tiştek bi me nayê. Lê belê piştî ku me rewşa cidî dît, her çend me hewl dan gund biterikînin jî DAIŞ'ê pêşî li me birî û gule li me reşand. Ji bo em teslîmî wan nebin, bi hemû hêza xwe em reviyan. Bi zarokên xwe re em du rojan li xeta Solakê man. Piştî meşa 8 rojan me xwe gihand Çiyayê Şengalê. Qasim Şeşo li wir bû û heta em derketin Çiyayê Şengalê alîkarî da me. Dema em derketin ser Çiyayê Şengalê, PKK hat alîkariya me û rêyeke ewle ji me re vekir û em rizgar kir."

Hesen keça xwe ya 7 salî nîşan da û got, "Ev keça biçûk, bi me re 30 saetan meşiya. Şer ev e. Ne zarok, ne jin, ne jî extiyaran nas dike. Heta em hatin vir, em 30 saetan meşiyan." Hesen da xuyakirin ku ji Sûriyeyê ew derbasî Zaxo bûne, bi alîkariya gerîlayên PKK'ê jî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne. Hesen diyar kir ku ne tenê DAIŞ'ê, cîranên wan ên Sûnnî, Ereb jî êrîşî wan kirine û got, "Dema DAIŞ'ê êrîşî me kir, cîranên me yên tevlî wan bûn, malên me talan kirin."

'BI VÎ ŞERÎ RE EZ JI NIŞKA VE MEZIN BÛM'

Keça Gewaz Hesen a 18 salî Leyla jî, her çend xwe bi şens dibîne jî, her tim li mirovên di temenê wê de yên hatin revandin û firotin difikire. Leyla ya li Şengalê pola dawî ya lîseyê dixwend, şopa şer bi gotina "Bi vî şerî re ez ji nişka ve mezin bûm" kurteber kir. Leyla anî ziman ku piraniya xizmên wê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin û got, "Ji malbateke ji 14 kesan bi tenê kesek rizgar bû. Keçên di emrê min de, yên ji min biçûk hemû revandin". Leyla diyar kir ku hêviya wê ya bi tenê ew e mirovên di destê DAIŞ'ê de ne bi saxî rizgar bibin û got, "Êdî bes e, bila cîhan xwedî li me derkeve."

...