BI DÎMEN

Divê Kurd li dijî komployê bibin yek wicûd

Mehmet Ocalan destnîşan kir, ku Kurd bi yek wicûd û berxwedana topyekûn re dikarin komployê bi temamî têk bibin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku komploya dewletên emperyal û global herçend ji aliyê Ocalan ve hatibe pûçkirin jî, ji bo encam jê bê girtin, tê nûkirin û di dewrê de ye. Mehmet Ocalan destnîşan kir, ku Kurd bi yek wicûd û berxwedana topyekûn re dikarin komployê bi temamî têk bibin.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê hat kirin, 17 salên xwe temam kir û ket sala 18'an. Komploya sed salî her çend bi berxwedana Ocalan a li îşkenceya Îmraliyê hatibe pûçkirin jî, bi pêşengiya desthilatdariya AKP'ê re bi îzolasyon û tecrîda girankirî re ji nû ve di rojevê de ye.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, komplo û armancên wê ji ANF'ê re nirxand.

'BI DERXISTINA RÊBERTÎ JI SÛRIYEYÊ RE KOMPLO GAV BI GAV XISTIN MERIYETÊ'

Mehmet Ocalan bal kişand ser aliyê navneteweyî yê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd û da zanîn, ku di vê pêvajoyê de ti rol û mîsyoneke Tirkiyeyê nebû, Tirkiye bi tenê peyayek bû. Mehmet Ocalan diyar kir, komploya navneteweyî bi pêşengiya NATO'yê ket meriyetê û got, "Ev komploya ji bo înfazkirina Rêbertî destpê kir, ji ber ku ji wan nehat li Sûriyeyê temam bikin, Rêbertî ji Sûriyeyê derxistin. Di çarçoveya mekanîzmaya dewletên emperyal û global de, komploya li hemberî Rêbertî gav bi gav xistin meriyetê. Yewnanîstan, Rûsya, Îtalya, DYA, Îsraîl, Hollanda, Elmanya û hînê gelek welatên mezin ên cîhanê rêvebirinên vê komployê bûn. Nûnerên van dewletan gelek caran bi Rêbertî re hevdîtin kiribû. Ji wî re gotibûn ku ew ê mafê penaberiya siyasî bidin wî. Soz dan ku ew ê wî qebûl bikin. Armanc derxistina Rêbertî ji Sûriyeyê bû. Komplo bi vî rengî meşandin."

'SERVÎSÊN ÎSTÎXBARATÊ YÊN CÎHANÊ CIH DI NAVA KOMPLOYÊ DE GIRTIN'

Mehmet Ocalan ragihand, komplo ji aliyê servîsa îstîxbaratê ya Îsraîlê MOSSAD, servîsa îstîxbaratê ya DYA CIA, servîsên îstîxbaratê yên welatên Yekîtiya Ewropayê ve hatiye meşandin û wiha axivî: "Piştî ku Rêbertî ji Sûriyeyê hat deristin, kesî mafê penaberiyê nedan wî. Cih ji hemû cîhanê re hebû, lê cih nedan Rêbertî. Bi hosteke ku Rêberî pê lê bike cih nedan Rêbertî. Rêberî wê çaxê, hemû dema xwe li hewayê di balafireke li cihekî dakeve digeriya, derbas kir. Ji her kesên ji ber pirsgirêka Kurd derketin derveyî welat re mafê serlêdana penaberiyê hat naskirin, lê ji Rêbertî re ev maf nehat dayîn. Cîhanê bi awayekî topyekûn ji Rêbertî re got, 'Em şerê te nas dikin, lê em mafê te nas nakin'.  Cîhanê ji bo bi awayekî fermî hebûna gelê Kurd qebûl neke, cih neda Rêbertî. Rûsya çû Yewnanîstanê, ji Yewnanîstanê çû Rûsyayê, ji Rûsyayê çû Îtalyayê ji wir jî çû gelek dewletan. Herî dawî ji bo pêvajoya komployê li Kenyayê biqedînin berê Rêbertî dan Kenyayê. Li vê derê jî hemû servîsên îstîxbaratê yên navneteweyî ji bo Rêbertî birevînin Tirkiyeyê ketin dewrê. Piştî vê ji xwe Rêbertî hat revandin û anîn Tirkiyeyê."

'CÎHAN BI SERÊ ME DE RÛXIYA'

Mehmet Ocalan anî ziman, ev komplo di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd hatiye meşandin û da zanîn, ku hingî ji ber sirgûnê ew li Edeneyê diman. Mehmet Ocalan rewşa malbata Ocalan di dema komployê de vegot: "Wan rojan ji bo hînbûna rewşê ez diçûm avahiya rêxistina partiyê ya li Edeneyê. Me dizanîbûn komploya li hemberî Rêbertî di asteke çawa ya xetere ya li dijî gelê Kurd de ye. Şeva wê rojê nediqediya. Ew kêliyê heta revandina Rêbertî û anîna Tirkiyeyê, kêliyên ku cîhan bi serê me de rûxiya bûn. Rewşa em tê de bûn, ewçend kûr û giran bû, bi gotinan nayê vegotin. Li Stenbol, Enqere, Edene, Amed û hemû bajarên Kurdistanê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Tevahiya welat bûbû qada şer. Bi tenê wê çaxê û piştî wê 67-68 kesan bedena xwe dan ber agir û nerazîbûn li hemberî mezinahî û giraniya komployê nîşan dan. Xwedî li Rêbertî derketin."

'RÊBERTÎ EV 17 SAL IN HEWL DIDE PIRSGIRÊKÊ BI RÊYÊN DEMOKRATÎK ÇARESER BIKE'

Mehmet Ocalan da xuyakirin, piştî Ocalan hat revandin, wan serlêdana destpêkê ji bo hevdîtinê kirin û hingî ewlekariya jiyana wan nebû û zexteke giran li wan dihat kirin. Mehmet Ocalan diyar kir, weke malbat ew heta sibehê nikarîbû raza û welat veguherîbû goka ji êgir. Mehmet Ocalan ragihand, serlêdana wan a destpêkê ya ji bo hevdîtinê nehat qebûlkirin, serlêdanên piştre hatin qebûlkirin û piştî hevdîtina bi parêzeran re ew bi xwişka xwe Havva Ocaln re çû Îmraliyê û hevdîtin kir. Mehmet Ocalan got, "Dema min Rêbertî dît, rewşa wî baş bû lê rengê wî sar bû. Texmîn dikim derman dabû wî. Bi giranî xwe dilivand. Min ji Rêbertî re got, 'Pişta xwe nespêre sîstem û dewleta Tirk, bi ti awayî jê bawer neke. Ji ku qut bibe, dikare ji wir bê girêdan'. Rêbertî ji min re got, 'Belê rast e. Ji vê saetê û şûn ve pêvajoyeke nû destpê dike. Eger firsendê bidin, m ê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin.' Ev 17 sal in Rêbertî ne ji dewletê ne jî ji sîstemê tirsiya. Rêbertî got, 'Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek gelekî giran e. Di vê meseleyê de heta cihekî şer hat meşandin. Ji niha û pê ve eger şert û merc derkevin holê, eger em bi rêyên demokratîk çareser bikin, wê ji bo her du aliyan baş be.' Ev 17 sal in têdikoşe ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin."

'DEWLETA TIRK BI BIKARANÎNA OSMAN RE XWEST TEVGERÊ PARÇE BIKE'

Mehmet Ocalan da xuyakirin, dewleta Tirk û desthilatdariya siyasî ji dil nêzî têkoşîna Ocalan a ji demokratîk û aştiyane nebû û got, "Eger dewletê û desthilatdariya siyasî ji dil nêz biûna, di nava 15-16 salan de ewqas xwîn nedirijya. Her tim xwest fesadî û tevliheviyê têxe nava tevgera Kurd. Hewl da Qendîlê ji hev bixe. Osman bi kar anîn. Di pêvajoya 2002-2004'an de eger Rêbertî dest li tevlîheviya li nava tevgerê wernedabûya, niha tevger nedima. Osman û yên pê re jî tevlî vê lîstikê kirin. Osman û yên pê re ti carî samîmî nebûn. Yekser bi dewleta Tirk re diyalog pêk anîn. Rêbertî got, 'Eger pirsgirêkek hebe em ê wê çareser bikin'. Me jî Osman û hevalên wî re ragihand. Lê Osman bi samîmî nêz nebû. Reviya. Osman meseleya neteweyî veguherand meseleyeke şexsî. Osman û yên li cem wî xwe ji bo tasek şorbeyê firotin. Hewl dan Kurdan bişewitînin. Li hemberî rasteqînî û samîmiyeta Rêbertî, dewleta Tirk ti carî samîmî tevnegeriya."

'BI KOMPLOYÊ RE XWESTIN VÎNA GELÊ KURD LI ÎMRALIYÊ RABIGIRIN'

Mehmet Ocalan anî ziman, komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat kirin, di asteke gelekî mezin de bû û destnîşan kir, di şexsê kekê wî Abdullah Ocalan de hat xwestin dengê gelê Kurd bê birîn û li sîstema mêtîngeriyê ya sedsalî bê mehkûmkirin. Mehmet Ocalan diyar kir, di şexsê Ocalan de bi komployê re hat xwestin vîna gelê Kurd were şikandin û li Girava Îmraliyê bê ragirtin. Mehmet Ocalan da xuyakirin, ku dewlet Tirk hewl dide girtîgeha li Girava Îmraliyê weke girtîgeheke ji rêzê nîşanî raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê bide û anî ziman, li vê girtîgehê îşkenceya li ti devera cîhanê nehatiye dîtin heye.

'LI HEMBERÎ RÊBERTÎ Û KURDAN QANÛN Û HIQÛQ TINE TÊN HESIBANDIN'

Mehmet Ocalan da zanîn, Ocalan ev 17 sal in li hucreya yek kesî hewl dide li ser piyan bimîne, di nava van van şert û mercan de kes nikare îdare bike û got, "Eger îradeyeke mezin bi mirovan re nebe, mayîna li Îmraliyê ne pêkan e." Mehmet Ocalan ragihand, li gorî giranî û mezinahiya pirsgirêka Kurd li Girava Îmraliyê polîtîkayeke li dijî Ocalan tê meşandin û destnîşan kir, ku li vê derê ti hiqûq derbas nabe. Mehmet Ocalan got, "Li Girava Îmraliyê li hemberî Rêbertî tecrîd û êrîşeke mûezem heye. Li gorî qanûnan du hefteyan carekê malbat, hefteyê carekê jî parêzer divê karibe pê re hevdîtinê bike. Ev 5 sal in parêzer, ev 15-16 meh in jî em nikarin pê re hevdîtinê bikin. Berê heyetên siyasî diçûn û dihatin. Ew jî asteng kirine. Dewletek bi qanûn û hiqûqa xwe re dewlet e. Lê belê li hemberî Rêbertî û Kurdan ti qanûn, ti hiqûq bi cih nayê anîn."

'JI BO KOMPLO BI SER NEKEVE, DIVÊ EM BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'

Mehmet Ocalan herî dawî ev tişt got, "Di ser Rêbertî re ji bo gelê Kurd were tinekirin, dewama komployê di meriyetê de ye. Polîtîkayên îzolasyon û tecrîda şidandî li hemberî Rêbertî di dewrê de ne. Li Kurdistanê şer dan destpêkirin. Hewl didin têkiliya di navbera gelê Kurd û Rêbertî de bibirin, gel bê serî bihêlin û tine bikin. Di salvegera komployê de ev hemû hemberî gelê Kurd û Rêbertî tê meşandin. Girîng e gelê Kurd bi yek wicûd, vê komployê pûç bike û komkujiyan bisekinîne. Bi berxwedaneke xurttir re gelê Kurd dikare pêşî li vê bigire. Naxwe wê her kesî yek bi yek tine bikin, qetil bikin. Pêwîste mirov tiştekî ji cîhanê hêvî nekin. Ji ber ku wan ev yek rewa dîtine. Çawa ku berî 17 salan komploya li hemberî Rêbertî xistin dewrê, îro jî dixwazin vê temam bikin. Rêbertî komplo pûç kir, lê divê em jî xwedî lê derkevin. Naxwe komplo wê bi ser bikeve. Gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê sed salên din jî li hemberî hev şer bikin."

...