'Divê Kurd êrîşan bikin sedema yekîtiya neteweyî'
Parlamenterê PDK’ê Alî Halo helwestên li dijî HDP’ê şermezar kir û got; “Êrîş, yekîtiya neteweya Kurd ferz dikin.”
Parlamenterê PDK’ê Alî Halo helwestên li dijî HDP’ê şermezar kir û got; “Êrîş, yekîtiya neteweya Kurd ferz dikin.”
Parlamenterê PDK’ê Alî Halo têkîldarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku eger êrîşên li Bakurê Kurdistanê neyên astengkirin wê li Başûrê Kurdistanê jî êrîşên heman pêk werin û banga yekîtiya neteweyî li Kurdan kir.
Halo, girtina wekîlên HDP’î mîna “dewleta Tirk li cewherê xwe vegeriya” pênase kir û wiha dewam kir; “Di zihniyeta dewleta Tirk de yek dewlet, yek al, yek ziman û yek Milet hebû. Îro jî tiştê ku Erdogan dibêje û dike ev e. Di desthilatdariya AKP’ê de êdî mirov nikare bi ti awayî behsa mafên mirovan, heq, hiqûqê bikin.”
‘AKP MERHELEYA HERÎ JOR A KEVNEŞOPIYA NÎJADPEREST E’
Halo destnîşan kir ku AKP’ê piçekî jî tehamulî Kurdan nake, nîşaneyên herî vekirî ne ku bajarên Kurdan hilweşand, Kurd qetil kirin, wekîl girtin.
Halo bal kişand ku AKP’e berdewamiya kevneşopiya dewleta Tirk a nîjadperest e, têkîldarî polîtîkayên AKP’ê wiha axivî; “Girtina tevahî siyasetmedarên Kurd, astengkirina dezgehên çapemeniyê, destûra ti tiştên ku li ser navê Kurdan e nedayîn jixwe ji roja destpêkê heta niha tiştê ku dewleta Tirk kiriye. Lê, me digot dibe ku di sedsala 21’emîn de hin tişt guherî bin. Lê bi taybet di desthilatdariya Erdogan de hat dîtin ku guhertinek kêm jî nîne. Hat dîtin ku Erdogan û AKP’e, heman zihniyet û polîtîkayan didomîne. Hikûmeta AKP-Erdogan jî mîna selefiyên xwe ji ber ketine hewayek dîktatoriyê û Kurdan li pêş vê asteng dibînin, wisa bi hovîtî êrîşî Kurdan dike.”
BERSIVA HERÎ BAŞ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE
Halo bal kişand ser êrîşên li dijî Kurdan û diyar kir ku eger pêşî li êrîşên deverekê neyê girtin, ev bi awayekî pêlan li deverên din jî dewam dikin.
Halo got, “Dijmin destpêkê ji cihekî êrîş dike, hewl dide destkeftiyan bidize, piştre jî vê berbelav dike. Lewre jî eger îro li Bakurê Kurdistanê Kurd têk biçin wê ev li parçeyên din jîn derî li dewleta Tirk vekirî bihêle” û wiha pê de çû; “Îro êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava ji bo dagirkirina van destkeftiyan e. Heman tişt îro ji bo Başûrê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê jî derbasdar e.”
Halo destnîşan kir ku ji bo pêşî li êrîşan bê girtin, yekîtiya neteweyî ferz e û wiha berdewam kir; “Pêwîst e partiyên siyasî yên Kurd li dijî van êrîşan nakokiyên xwe deynin milekî û li dor yekîtiya neteweyî bicivin. Êdî ti derfetên paşguhkirina yekîtiya neteweyî nemaye. Em hemû ji bo xurtkirina yekîtiya xwe divê çi ji destê me tê em bikin. Li dijî dagirkerên Kurdistanê tenê em dikarin bi vî rengî rawestin. Divê her kes baş bizanibe ku êrîşên li dijî HDP’ê ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê, li dijî tevahî Kurdan e.”
‘ÊRÎŞ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BINGEH AMADE KIRIYE’
Parlamenterê PDK’ê Alî Halo bal kişand ku êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk ku bi ser HDP’ê de anîn, ji bo yekîtiya neteweya Kurd bingeh amade kiriye û ev nirxandin kirin:
“Erdogan dibêje me li Başûr xeletî kir. Lê, Başûrê Kurdistanê tevî êrîşên dewleta Tirk jî statu bi dest aniye. Li Rojava û Bakur jî wê tevî van êrîşan heman tişt pêk were. Ji ber ku êdî Kurd ne ew Kurdên ku dewleta Tirk ji ber kirine. Divê vê eşkere bêjim, di vê pêvajoyê de ku dijmin vekirî êrîş dike, Kurd mecbûr in ku yekîtiya xwe ya neteweyî saz bikin. Li gor min ev êrîş wê Kurdan bigihîne yekîtiya neteweyî. Eger dewletek tevahî siyasetmedarên te bigirin, nahêle ku ti mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne, wê demê tiştê ku dikeve ser milên me kombûna li dor yekîtiya neteweyî ye. Bi dîtina min divê Kurd vê bikin û êrîşan jî ji vê re bingeh amade kiriye. Eger ev nebe, em ê derfetan bidin wan ku me yek bi yek tasfiye bikin. Eger em yekîtiya xwe ava bikin, wek gelê Kurd em ê li Rojhilata Navîn bibin hêzek mezin. Mifta vê jî yekîtiya neteweyî ye.”