BI DÎMEN

Divê kujerên Wedat Hisên bên darizandin û cezakirin

Rojnamevanên li Kerkûkê dixebitin daxuyaniyek dan çapemeniyê û qetilkirina nûçegihanê RojNewsê şermezar kirin.

Li ser navê rojnamevanan Aram Cemal daxuyanî xwend û destnîşan kir, ku qetilkirina nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî, ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê cihê şermê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku qetilkirina Elî qetilkirina demokrasiya li herêmê ye û ew vê yekê bi tundî şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Eger rojnamevan bi rengekî hovane tên qetilkirin, ev yek nîşaneya xeteriyeke mezin e. Bêdengiya li pêşberî vê yekê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Vê bûyera dawî jî nîşan daye, ku zextên li Başûrê Kurdistanê li rojnamevanan tê kirin êdî gihaştiye asta herî bilind."

BILA KIRYAR BÊN CEZAKIRIN

Di daxuyaniya li ser navê rojnamevanan de bang li hikûmeta herêmê û hêzên ewlekariyê hat kirin, ku kiryarên qetilkirina Elî derhal bibînin û cezayê heq dikin, li wan bibirin.

Nûnerê RojNewsê yê Kerkûkê Soran Mihemed jî piştî daxuyaniyê axivî û bibîr xist, ku ev demek bû Asayîşa Duhokê zext li Wedat Hisên Elî dixwar.

Mihemed da zanîn, qetilkirina Zerdeşt Osman, Soran Heme û piştre jî qetilkirina Wedat Hisên Elî mesajek ji rojnamevanan re ye û bang li her kesî kir ku li dijî van qetlîaman bisekinin.

Li ser navê Cemiyeta Rojnamevanên Kerkûkê Bûrhan hecî Silêman jî xwest, komîsyonek navneteweyî van bûyeran lêkolîn bike.

...