‘Divê ez xwesteka Rêbertî bînim cih’

Piştî Rêbertiya me têkildarî Cûdî hin tişt îfade kirin digot, ‘Divê ez xwesteka Rêbertî bînim cih.’ Û mîna bi zeman re bikeve nav pêşbirkê bêsebir bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê cangoriyên Kurdistanê de wiha dibêje: “Jiyaneke baş dikare di encama kedeke baş û hem jî di encama kedeke serketî de pêş bikeve. Me di vê mijare hin derfet dan û em didin. Jixwe li vê derê nirxên  me yên bingehîn ku derfeteke xwezayî pêşkêş dikin hene. Dema wan gotinên xwe yên dawî kirine ji me re wesiyetên diyar hiştine. Aşkera ye ez di vê mijarê de çima ew qas hişyar tevdigerim. Ji bo ku ez nekevim rewşa mirovekî nebaş, divê ez heya dawiyê girêdayî bimînim, misoger vê bimeşînim û serwer bikim.”

“…Cîhan dizivire zeman bêrawestan derbas dibe
Jiyan derbas dibe hêdî hêdî
Cih ‘Bajarên Star’ bi bîr dixe
Mîna naqoseke dêrekê 
Ber bi Zagros, Cîlo, Cûdî
Û Sîpanê ve diherikin jinên azad…”

Gerîlaya PKK’ê Sarîna Botan payîza sala 2004’an ber bi çiyayên azad ê wê hesret û zaroktiya xwe lê peyda kiriba ketibû rê. Ji ber malbata wê koçî metropolan bibû li Stenbolê hatibû dinyayê. Bi eslê xwe ji Sêrtê ye. 

Dema tevlî nav refên gerîla dibe 16 salî ye. Ya rastî ku zaroktiya xwe nejiyabû, bi êşa nasnameyeke sirgûnkirî zû gihiştibû. Tevî gurûgeşbûna wê, yekemîn tişta têde bala mirovan dikişand dilnizmî û kamilbûna wê bû. Bi kamilbûneke ku hêvî û bawerî dida mirovan li her qada jiyanê hebû. Eger gotin li cih be mîna ciwayê bû. Me ferq dikir ku enerjiya ku ew qasî ew gurûgeş dikir ji Rojê digirt. Ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. 

Piştî demekê hem sekna wê ya bawerî dida hem jî xwesteka wê ya ji bo şer, şandina wê ya pratîkê bi xwe re anîbû. Di gelek çalakiyên weke Bezelê, Oremar û hwd. de cih girt. Di vî alî de jî xwe pir bi şans didît. Herî dawî li qada Bajêrgeh-Şehîdan ma. 
Hevaleke gerîla Sarîna ya têkoşînê têkildarî jiyan û têkoşîna Sarîna wiha dibêje: 

“Di hemû nivîsên rojnivîsa wê de yên bi serenavên ‘Yekane eşqa min Cûdî’ dest pê dikirin de, armanca we ew bû ku tavilê biçe Cûdî. Piştî Rêbertiya me têkildarî Cûdî hin tişt îfade kirin digot, ‘Divê ez xwesteka Rêbertî bînim cih.’ Û mîna bi zeman re bikeve nav pêşbirkê bêsebir bû. 

Di perwerdeyan de dema têkildarî gelek mijaran me nêrînên xwe dianî zimên digot, ‘Şoreşa Wijdan’ û digot ku ma tişta ji mirovatiya me ji me re ma ne ew e?.. 

Ev çend Çarşem in?

Ev çend 15’ê Sibatê ne?

Dîsa dema 15’ê Sibatê nêzîk bû, me Viyan a bi bedena xwe tarîtiya wê rojê çirand bi bîr anîbû. Beriya şehadeta wê bi rojekê me koşeyeke mangaya xwe û dilê xwe bi wêneyên heval Viyan û hevalên din ên şehîd xemilandibû, çavên wê tijî rondik bibûn. 
Ew dilopên barana bihara derengmayî bûn. 

‘Li gor min Viyan eşq e
Eşq jiyana rast e
Jiyana rast pêkanîn e.’
Mixabin me tam hîs nekir ku dilê xwe yê mîna volkanekê germ û ji teqînê re amade tevlî van gotinan kiribû. Gotinên xwe temam nekiribû. Bêdeng mabû. 
Hevrê Sarîna sibeha 3’yê Sibatê jî tenê qîrînek bû. Qîrîneke ku li ser berfê mîna gogeke ji êgir.” 
Gerîlaya Apoyî Sarîna 3’yê Sibata 2009’an li Xakurkê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana agir berdide bedena xwe û tevlî nemirên Kurdistan dibe.” 

Stêrkek şemitî ji asîman
Kesên diçin venagerin ez dizanim
Rûkena min, çav bi hêviya min
Her gava tê avetin gava dawî ye
Paşde nayê xistin, eger paşde bê xistin jî vala ye
Ji çiyayan hesab nayê pirsîn
Keça wêrek a welatê min ê êsîr
Em fêr nebûne lê
Dîsa jî xatirxwestineke bêwext bû ev
Keça wêrek a welatê min
Mirin sireke ku nayê tehlîlkirin e
Jiyan jî tabloya şadiyê ya pêşeroyê ye
Xêz dike tê xêzkirin
Dide bezandin û coşkirin
Rûyekî me ber bi veqetînê
Rûyê me yê din jî 
Ber bi hêviya ku jêre şadî tê gotin e
Em dijîn a rastî û dumendî
Rastiya jiyan û mirinê di nav hev de ye
Mirin jî parçeyek ji jiyanê ye ya rastî 
Ya wê xurt dike jî 
Dibe ku sira jêre bêdawîbûn tê gotin e
Ez dizanim ên diçin venagerin
Lê çavên me ne ber bi tarîtiya vala
Ber bi pêşeroja tijî hêvî ye dîsa jî

Nasnav: Sarîna Botan
Nav û Paşnav: Gulbahar Gurgen
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1989/Stenbol
Navê Dayikê: Perîhan
Navê Bav: Mahfuz
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 25’ê Cotmeha 2003/Stenbol
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’yê Sibata 2009/Xakurkê

...