Komalên Ciwan bang li ciwanan kir û got, "Divê ciwan berê xwe bidin sînor, şehîdên xwe werbigirin." Komalên Ciwan her wiha ji ciwanan xwest bersivê bidin êrîşan û gel biparêzin. Ji bo Meşa Gemlîkê jî banga beşdariyê kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan, der barê polîtîkayên şer ên AKP'ê û bexwedana gel de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em şehîdên xwe yên leheng ên li hemberî çeteyên tecawizkar DAIŞ'ê, berxwedana herî bi rûmet a mirovahiyê nîşan dan bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Di nava êrîşên bê pîvan û bê sînor ên dewleta Tirk a dagiker de aşkera ye ku helwesta herî bê exlaq û tirsonekî, li hemberî cenazeyên şehîdên me nîşan dide. Mînaka herî tirsonekî ya vî şerê qirêj, careke din li ser cenazeyên şehîdên me nîşan daye."
'DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN SÎNOR, ŞEHÎDAN WERBIGIRIN'
Di daxuyaniyê de ji ciwanên Kurdistanê hat xwestin ku bi berpirsyariyeke mezin û bi heybetî xwedî li cangoriyan derkevin û hat gotin, "Hemû ciwanên YDG-H'yî divê biherikin ser sînor, şehîdên me hilgirin ser milan û wan radestî dayikên pîroz bikin. Ev yek deynê şehîd û dayikan e li ser milê ciwanên Kurdistanê. Divê ev berpirsyarî demek ji ya din zûtir bi cih were anîn û ji bo şehîdên me yên hefteyeke di darbestan de li ser sînor tên sekinandin karibin xaka xwe hembêz bikin û ruhê wan aram bibe, divê ev wezîfeya bingehîn a wijdanî bi cih were anîn. Ji ber vê eykê girîng e hemû ciwanên Kurdistanê biherikin ser sînor û şehîdan ji wir werbigirin."
'DIVÊ HÊZÊN DAGIRKER ÊN TIRK NIKARIBIN BIKEVIN NAVA KOLANAN'
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û hat gotin, "Pêwîste gel û ciwanên Kurdistanê vê baş bizanibin; Kurdistana azad gelekî nêz e. Ji ber vê yekê di serî de ciwanên leheng ên Kurdistanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku kolan, tax û cihê lê dijî, ji TC a faşîst biparêzin. Divê hêzên dagirker ên dewletê nikaribin bikevin nava kolanekê jî. Gelê ku parastina xwe kolan bi kolan bike, bi ruhê berxwedana Kobanê dikare jiyana azad ava bike û xeyala Kurdistana Azad bi cih bîne. Li ser vê bingehê divê ciwanên Kurdistanê biv ê hişmendî û zanebûnê, xaka xwe û nirxên xwe biparêzin. Di vê dema em ewqasî nêzî azadiyê ne, xwe parastin, parastina qadên xwe di asta jiyanî de girîng e...Em bang li tevahiya ciwane Kurdistanê dikin ku gelê xwe xaka xwe û xwe bi xwe biparêzin."
BANGA BEŞDARIYA LI MEŞA GEMLÎKÊ
Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku di navenda çalakî û têkoşîna wan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got, "Meşa Gemlîkê ya îro destpê dike, ji ber vê yekê mekeş bi rûmet û watedar e. Weke Komalên Ciwan em vê meşa bi rûmet silav dikin. Divê tevahiya ciwanên Kurdistanê biherikin vê meşê û di meşa xwegihandina Rêbertiya Azad de bi awayekî herî aktîf rol bilîzin û parastina vê meşê bi xwe bikin."