DÎSK: Li Cizîrê endamekî me hat qetilkirin; nirxên mirovahiyê hat binpêkirin

DÎSK li hember li Cizîrê qetilkirina endamê wan Mehmet Kaplan bertek nîşan da, ji bo wergirtina cenaze bang li dewletê kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nirxên mirovî û hiqûqî tê binpêkirin.”

Desteya Rêveberiya DÎSK/Genel-Îş têkîldarî li navçeya Cizîr a Şirnexê qetilkirina endamê sendîkayê û karkerê şaredariyê Mehmet Kaplan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bavê 3 zarokan Mehmet Kaplan, endamê sendîkaya me û li Şaredariya Cizîrê wek karkerê paqijkirinê yê taşeron dixebitî, ji aliyê sekvanan ve li pêşiya mala xwe wek hedef hat hilbijartin û hat qetilkirin. Cenazeyê wî hê li kolanê tê girtin. Li ser serê cenazeyê ku di mesafeya dîtina malbatê de ye û mirov dikare xwe bigihîne, panzer tên sekinandin, wergirtina cenaze ji aliyê malbatê tê astengkirin.”

BANG LI HIKÛMETÊ

Di daxuyaniyê de banga ji bo bidawîkirina polîtîkayên şer ên AKP’ê hat kirin, wiha hat gotin: “Ji bo yên Mehmet Kaplan qetil kirine li pêşiya darazê hesap bidin em banga wezîfeyê li darazê dikin. Em li bende ne ku hikûmet gavên lezgîn ên van binpêkirina mafan bi dawî bikin bavêjin.

Em di şexsê Mehmet Kaplan de sozê didin tevahî karker, jin, ciwan ên me di têkoşîna aştî û azadiyê de winda kirine: Wê aştî bi ser keve! Ya bi serkeve wê jiyana bi rûmet be.”