Piştî ku jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê serhildan dane destpêkirin, dîsan jî ji girtîgehê dûman bilind bû.
Girtiyên jin yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê piştî ku agir bi beteniyên xwe ve xistin, careke din dûman ji girtîgehê rabûn. Girseya ku li ber Girtîgehê kombûn, dema dîtin dûman ji girtîgehê rabûn dest bi slogan avêtinê kirin. Her wiha li ber girtîgehê liv û tevger didome.
Hat ragihandin ku, şewata li girtîgehê biboneya protesto kirina êrîşa polîsan ya li ser mîtînga “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” hatiye pêkanîn.
Li aliyê din hêjmarek zêde wesayîtên TOMA li ber girtîgehê bicih kirin, hat ragihandin ku Waliyê Êlihê li girtîgehê hûrkolînan dike.
Girtiyê bi navê Bîlal Dogan jî ku li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê di ma ji ber ku duh salvegera “14 Tîrmehê Berxwedana Zindana Amedê” bû bedena xwe da bû ber agir.