Çiyayê Cûdî yê li ser sînorê Şirnexê dîsan bi topbarana yekîneyên leşkerî agir vê ket.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, çiyayê Cûdî ku meha borî jî ji aliyê yekîneyên leşkerî yên topvan yên li qontara çiya û guleyên ji helîkopteran hatî avêtin du caran agir bi daristanan ketibû, careke din jî di encama topbaranê de agir bi daristana ket.
Di encama topbarana yekîneyên leşkerî yên topvan ku li herêma geliyên Heblêr, Şax û Tûşimyayê hatîn bicih kirin û bombebaran helîkopteran agir derket. Şewata ku heman demê li gelek herêmên cûda derketî, gundiyan mudaxeleyî agir kir û nehêla mezin bibe, her wiha şewata ku derketî biçav ji Cizîr û Silopiyê tê dîtin.