Dîsa TRT6, dîsa diziya kedê!

Dîsa TRT6, dîsa diziya kedê!

Kanala TRT 6 a bi ku gelek caran bi awayeke korsan berhemên hunermendên Kurd diweşîne, vê carê jî bê destûr wêneyê wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer bi kar anî. Suer vê yekê weke “bêrêzî” bi nav kir û got; “Ez vê bêrêzî û helwestê şermezar dikim.

Wênekêşê Kurd ê navdar Mehmet Masum Suer di rûpela xwe ya Facebookê de ragihand ku TRT 6 wêneyê wî yê Xana Hesen Paşa ya li Amedê bê destûr di bernameya “'Bi Ali Aktaş re Şox û Şeng” de bi kar aniye û got; “Ez vê bêrêzîyê û helwestê bi tundî şermezar dikim.”

BULENT ARINÇ MIKÛR HATIBÛ

Cîgirê Serokê Koma MHP’ê Oktay Vûral, ji ber TRT 6 bê destûr klîba Roj TV weşand, pêşnûmeyek dabû Meclîsê. Alîkarê Serokwezîr ê ji RTUK’ê berpirs Bulent Arinç DI 15’ê gulanê de bersiv da pêşnûmeya Vûral û got; “Tu klîbên di TRT 6 de tên weşandin, studyoyên TRT’ê de nehatine kişandin” û piştrast kir ku TRT 6 bê destûr klîba Roj Tv weşandiye.

Klîba Hozan Diyar a bi navê Sewê ya ku li studyoyên Roj TV hatibû kişandin, bi awayeke bê destûr ji aliyê TRT 6 ve hat weşandin.

Bulent Arinç bersiv da pirsên Cigîriê Serokê Koma MHP’ê Oktay Vûral ên der barê mijarê de û got; “Tu klîbên di TRT 6 de tên weşandin, studyoyên TRT’ê de nehatine kişandin.” Arinç bersiv da pirsên Vûral ên “Gelo klîb di studyoyên TRT 6 de hat kişandin? Gelo rast e ku ev klîb di studyoyên Roj TV de hatiye kişandin û ji wir hatiye girtin? Gelo di navbera TRT 6 û Roj TV de ji bo parvekirina weşanan peymanek heye?” û got:

Tu klîbên di TRT 6 de tên weşandin, studyoyên TRT’ê de nehatine kişandin. Klîba stranbêjê bi navê Hozan Diyar yek ji gelek klîbên di TRT 6 de tê weşandin e û ev klîbên têne weşandin, bi hewl û derfetên hunermendan hatine kişandin.

Di malperên weke Youtube, Dailymotion, Vimeo, Îzlesene bi hezaran û heta bi milyonan vîdeo hatine parvekirin. Ev vîdeo TRT’ê eleqeder nake ka kengî, çawa û ji aliyê kê ve hatine kişandin. Di arşîvên TRT’ê de bi sedan klîbên Kurdî yên li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û Ewropayê hatine kişandin hene. “

Klîba bi navê Sewê ya Hozan Diyar, di studyoyên Roj TV de hatibû kişandin. TRT 6 bi awayeke bê destûr vê klîbê di 26’ê adarê de weşandibû. Her çendî TRT’ê vê klîbê bi awayeke bê destûr weşand jî, lê heta niha tu daxuyaniyek der barê mijarê de nedaye.