BI DÎMEN

Dîroka ji ber bendavê li ber tinebûnê ye: Kela Rûm

Kela Rûm a dîrokî ya li navçeya Riha Xelfetiyê, ji ber Bendava Bêrecûkê ya li ser Çemê Firatê bi tinebûnê re rû bi rû ye. Beşeke mezin a kelehê di nava avê de hatiye hiştin.

Kela Rûm a dîrokî ya li navçeya Riha Xelfetiyê, ji ber Bendava Bêrecûkê ya li ser Çemê Firatê bi tinebûnê re rû bi rû ye. Beşeke mezin a kelehê di nava avê de hatiye hiştin. Li girikên li derdora wê, bêyî ku xebatên arkeolojîk bên meşandin, di nava avê de hat hiştin.

Bendava Bêrecûkê ya li ser Çemê Firatê hat çêkirin, bi binav hiştina Kela Rûmre bû sedema tinebûna dîroka ji hezaran salan. Li keleya ku aliyekî xwe zinar e, aliyê din jî Çemê Firatê ye, bêyî ku xebatên arkeolojîk lê bên meşandin, di nava avê de hat hiştin. Dîroknas-nivîskarê Kurd Cemşît Bender di pirtûka xwe ya bi navê 'Mîtolojiya Kurd' de bal kişand ser girik û berhemên dîrokî yên hezar salî yên vê kelehê. Lê belê ev dîrok di bin navê 'enerjiyê' de hat tinekirin. Esnafên Xelfetiya Kevn dan xuyakirin ku tûrîstên beriya niha ji çar aliyên cîhanê dihatin êdî nayên û destnîşan kir, ku bend zerareke mezin dide xwezayê.

Mûstafa Karahasan ê ku li Xelfetiya Kevin bi tûrên keştiyên biçûk ên ber bi Kela Rûmê debara xwe dikir anî ziman ku Kela Rûmê malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Karahasan ragihand ku tûrîstên biyanî yên beriya Bendava Bêrecûkê dihatin êdî nayên. Karahasan bi kurtasî bal kişand ser texrîbata bendav li xwezayê dike û got, "Ji bermayînên heyî tê fêmkirin ku Kela Rûmê ji bo gelek şaristaniyan navendeke parastinê bû. Beriya bendav bê çêkirin, bi taybetî mirovên eleqeya wan ji dîrokê re hebûn, ji bo li Kela Rûm bigerin dihatin Xelfetiyê. Lê piştre tûrîstekî bi tenê yê biyanî jî nehat. Ji xwe niha di nexşeyê de nîşan dide ku di nava ava gola bendavê de maye. Li dora kelehê bajarên bêhempa yên ji deh hezaran salî yanî girikên dîrokî hebûn. Bêyî ku ev bên kolandin, di nava ava bendavê de hatin hiştin. Xwedê zane kîjan şaristanî li van girikan jiyane."

Xebatkarekî tûrîzmê Muslum Can da xuyakirin ku Bendava Bêrecûkê ya hemû Xelfetiya Kevn di binê avê de hişt, cihên dîrokî jî tine kiriye û ragihand ku Kela Rum her çend tescîlbûyî bû, demeke gelekî dirêj weke leşkergehê hatiye bikaranîn. Can got, "Dema Xelfetiya Kevn di binê avê de hiştin, bajarên antîk ên weke girikên Belkîs, Kela Rûm ên dîrokê ronî dikin, kirin qurbanê berjewendiyên xwe. Dîroknas Cemşîd Bender, di encama lêkolîna xwe ya li ser vê bendavê de destnîşan kir ku armanca bingehîn a dewletê, li vê herêma Kurdan hiştina erdnîgariyek bê dîrok e. Kela Rûmê jî ji ber vê yekê di nava avê de hiştin. Çavkaniya herî mezin a debarê ya bajarên dîrokî, tûrîzm e. Li şûna ku ji bo hatina tûrîstan derfetê bidin me, rabûn cihê tûrîstîk tine kirin. Keleha Rûm ji xwe demeke gelekî dirêj weke leşkergehê hat bikaranîn. Lê bifikirin; li cihekî dîroka xwe bi hezaran salan e, qereqol hat avakirin. Niha jî di nava ava bendavê de ye."

Der barê mîmarî û dîroka Keleha Rûm de ev agahî tên dayîn:

"Heta sala 855. Beriya Zayînê, ku hingî ket destê Qralê Asûr Salmanassar ê III., navê 'Şîtamrat' li kelehê hatibû kirin. Yewnaniyan dûre navê 'Ûrîma' lê kirin. Suryaniyan jî nava Kal'a Rhomeyta û Hesna dhe Romaye lê kirin. Piştî ku bajar ket destê Ereban, navê Kal'at ul Rûm lê hat kirin. Di sedsala 2. d Bîzansiyan navê Romaîon Koyla li Xelfetiyê kirin. Di sala 1290'î de artêşa Misirê bi fermandariya Eşref careke din Xelfetî bi dest xisitn û navê Kal'at ul Muslîmîn lê kirin. Di sala 1516'an de herikîna demê guherî. Vê carê Osmaniyan Xelfetê bi dest xistin. Osmaniyan di vê demê de ji bajêr re gotin Kale-î Zerrîn (Keleha Zêrîn), Ûrûmgala û Rûmkale.

Tê gotin ku ji hawariyên Hz. Îsa Jhonnes, didema Roma de li yek ji odeyên ji nava teht hatiye çêkirin ê Rûmkaleyê, pirtûka Încîl zêde kiriye. Di sala 1113'an de Grogorîes ê III. Serpîskoposî derbasî Keleha Rûmê kir û bi vî rengî tevî nasnameya xwe ya stratejîk, kir ku bibe navendeke girîng a olî. Li bakur û rojhilatê kelehê 7 birc hene. Her wiha li rojava û rojhilatê kelehê du deriyên bingehîn hene. Bi pira li ser çemê Merzîmenê mirov dikarin xwe bigihînin deriyê li aliyê rojava. Li deriyê aliyê rojhilat jî mirov ancax di ser çemê Firatê re karibin xwe bigihînin. Keleh bi vî rengî xwedî sîstemeke xweser a parastinê ye."

...