Dîrî yê YPS’yî ji aliyê bi hezaran kesan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Umît Dîrî yê YPS’yî yê ku di teqîna li Nisêbînê de jiyan xwe ji dest da ji aliyê bi hezaran kesan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê Umît Dîrî yê YPS’yî yê ku di teqîna li Nisêbînê de jiyan xwe ji dest da ji aliyê bi hezaran kesan ve hat oxirkirin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Umît Dîrî (Azîz Gever) ê ku li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di teqînek de giran birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenazeyê Dîrî di ketina navçeyê de ji aliyê karwanê wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û birin gundê Dara ku malbata wî lê dijî.
Di ketina gund de bi hezaran kes cenazeyê Dîrî bi dirûşma "Şehîd namirin" pêşwazîkirin. Bi hezaran kes darbesta Dîrî dan ser milan û ber bi mizgefta gund ve meşiyan. Girse di meşê de dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Endamên YPS û YPS-Jin jî tevlî merasîma cenazeyê bûn.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan di merasîma cenazeyê de axivî û got ji bo li pêşî li komkujiyên hikumeta AKP'ê were girtin, divê herkes li ber xwe bide.
Bavê Dîrî, Azîz Dîrî jî got "Kurê min ne tenê şehîdê min e. Bila serê gelê kurd ê bi namûs û Rêbertiya me sax bibe."
Li ser daxwaza malbatê, cenaze cara dawî birin malê. Piştî ku helalî hat xwestin bi tepsiyên hineyê, cenaze anîn goristana gund. Cenazeyê Dîrî li goristana gund hate defin kirin.