Dilşah Ak bi zanebûn hat înfazkirin

Zavayê Dilşah Ak Ûgûr Aka da xuyakirin, ku di dema leşkeriyê de wî li heman maşîneke zirxî wezîfe kiriye û got, "Dema pirsgirêka teknîkî li maşînê derdikeve, hingî bêtesîr dibe, nikare guleyan berde" û diyar kir ku Ak bi zanebûn hatiye qetilkirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 19’ê Sibatê de jina bi navê Gulşah (Dilşa) Ak di encama gulebarana ji maşîna zirxî ya bi navê kobra tê zanîn li ber mala xwe hate qetilkirin û keça wê Sevgî Ak jî ji lingê xwe birîndar bûbû. Piştî qetilkirina Ak, Walîtiya Tirk a li Mêrdînê di roja 3. de daxuyanî da û li qetilkirina AK mikur hat. Bes Walîtiyê îdia kir ku maşîna zirxî erîze daye û xwe bi xwe gule barandine. 

Zavayê Dilşa Ak. Ûgûr Aka nerazîbûn nîşanî îdiaya walîtiyê da. Aka got ku ew gotina pirsgirêkê qebûl nakin û xwest ku kujerê xwesûya wî were darizandin. Aka anî ziman ev jî di dema leşkeriya tirkan de li ser heman wesayîta zirxî peywirdar bûye û wiha axivî: "Termala li ser wesayîta zirxî 3 emniyetê wê hene. Wesayît ewqas sanahî nîne ku xwe bi xwe guleyan bireşîne. Heya yê ku li ser emniyetê, emniyetê ne berde yê li ser termalê nikare gule berde. Dema ku erize jî dide çek xwe bi xwe serê xwe berjêr dike. Heya ku pisporê wesayîtê neyê li ser wesayîtê, wesayît naxebite. Tiştek wisa nayê qebûl kirin.”

'BI VAN DXUYANIYAN NIKARIN ME BIXAPÎNIN'

Aka diyar kir ku xwesûya wî bi zanabûn hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir: "Dibêjin termal erize da, dibe ku erize bide. Çawa hedef girtiye. Gule li serê wê û destê wê ketiye. Tiştek wisa tesadûf tine ye. Yê ku ev înfaz pêk aniye divê were darizandin. Em dest ji doza xwe bernadin." Aka dest nîşan kir ku xwesûya wî na yekem kesa hatiye qetilkirin e û axaftina xwe bi wan gotinan domand: "Erdogan bila van komkujiyan biterikîne. Ji wan re kî bê qetilkirin terorîst e. Em ne terorîst in. Bi van daxuyaniyan jî nikarin me bixapênin."

Keça Dilşa Ak ya bi navê Melek Aka jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Walîtiyê da û wiha got: "Dayika min bi zanebûn hate qetilkirin. Em xwîna dayika xwe li erdê nahêlin. Heya dawiyê, destê me wê di qirika kujeran de be."

Gulşah Ak ji hêla wesayîtên zirxî yên ev 3 meh e li Kolana Çag Çagê hatine bicih kirin ve, hate qetilkirin. Lê wekî hemû qetilkirinên din ên dewletê çapemeniya tirk qetilkirina Ak jî wekî di şer de jiyana xwe ji dest da hatibû dayîn. Malbatê nerazîbûn nîşanî çapemeniya tirk da.