Dîlên ku dewletê ji bîr kirin û Huseyîn Aygun

Dîlên ku dewletê ji bîr kirin û Huseyîn Aygun

Di dema ku çalakiyên ku li xeta Şemzînan, Çelê pêk hatin ji hêla HPGê ve wekî ‘’operasyonên şoreşgerî’’ dihate binavkirin de, ji hêla gerîlayan ve binçavkirina parlementerê CHPê, Huseyîn Aygun, rojev serûbin kir. Li gel berdewamkirina girtin û binçavkirinên ku di raya giştî de deng vedan, li hemberî hemû bangên ku hatine kirin dewletê xwe kerr kir.

Ji ber operasyonên jenosîdî yên dewleta Tirk ku li dijî siyasetmedar û hilbijartiyên kurd pêk tîne, operasyonên îmhakir yên ku tevahiya zivistanê dom kir û ji ber sedema tecrîda giran a ku ji salekê zêdetir e li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk tê, HPG vê sala dawî giranî da çalakiyên binçavkirin û girtinan.

JI GULANÊ VE 70 BINÇAVKIRIN

Li dijî terora girtinê ya AKPê gerîlayan li gel leşker, polês û cerdevanan, xebatkarên li înşaatên qereqolan, li barajên ku xwerist û dîroka Kurdistanê dilewitînin , herwiha peywirdarên ku ji asîmîlasyonê re xizmetê dikin û rêveberên AKPyî jî binçav kirin.

Di mehên Gulan- Hezîran-tîrmehê de û 13 rojên pêşîn ên Tebaxê de nêzîkî 70 kes ji hêla gerîlayan ve hatin binçavkirin û tenê di meha Tîrmehê de bi hindikayî 115 wesayitên ku di xizmeta înşaatên leşkerî de dixebitîn hatin rûxandin. Bi van çalakiyan heyina dewletê ya li Kurdistanê ji her demê bêhtir hate bêbandorkirin.

Li gorî bîlançoyên ku ji hêla HPGê ve hatine aşkerekirin, girtin herî pir di meha Gulanê de pêk hatin ku di vê mehê de operasyonên bi navê KCKê dihatin birêveberin ji hedê xwe bihurî bû. HPGê daxwiyand ku di vê mehê de 31 kes hatin girtin, û 16 kesên ku lêpirsîna wan qediya serbest hatin berdan. Serokê Navçeya Qulpê yê AKPê Veysel Çelîk ku di 12ê Gulanê de hatibû girtin teslîmî heyetekê hate kirin ku ev heyet ji rêxistinên civaka sivîl pêk hatibû.

Di meha Hezîranê de ku 1 jê leşker 7 kes hatibûn girtin, piştî ku pevçûn zêde bûn ber bi meha Temûzê ve hijmar dîsa zêde bû. Li gorî bîlançoya şer a meha Temûzê ku ji hêla Navenda Ragihandin-Çapemeniya HPGê ve hatibû aşkerekirin, di vê mehê de 21 kes hatin binçav kirin û girtin çêbûn.

AKPÊ SEROKÊ NAVÇEYÊ JI BÎR KIR

Muxtarê gundê Nîspasa girêdayî Colemêrgê Mehmet Çakir ku di 22yê Tîrmehê de hatibû binçavkirin û piştî lêpirsîna wî temam bû serbest hate berdan, ji AKPê îstîfa kir û derbasî BDPê bû.

Serokê Navçeya Payizava yê AKPê, Hayrullah Tanîs jî hê jî di destê HPGê de ye. Di meha Tebaxê de ku operasyona şoreşgerî ya Şemzînan û Çelê mohra xwe lê xistibû, çalakiyên binçavkirin û girtinan zêde bûn.

HPGê ji 1ê Tebaxê ve hetanî niha; li ser rêya Amed-Çewlikê di kontrola rê de 3 leşker, mutehîdekî di çêkirina qereqolê de peywirdar bû û herî dawî jî ajovanê tirê Abdulbasît Aydin ku malzemeyên leşkerî ji qereqola Sitazînê dibir, di 11ê Tebaxê de, di qontrala di navbera Gever- Oramarê de hate binçav kirin.

3 cerdevanên ku di dema operasyona Çelê de li Çiyayê Gebara Şirnexê hatibû binçav kirin piştî lêpirsîneke kin serbest hatin berdan.

BERENDAMÊ QEYMEQAM SALEK E DI DESTÊ GERÎLAYAN DE YE

Tam beriya salekê, di 12’ê tebaxê de li ser rêya di navbera Mûş û Pasûra Amedê de namzedê Qeymeqamê Mûşê Kenan Erenoglû, di 9’ê tîrmehê de li ser rêya Amed û û Licê çawişê pispor Zîhnî Koç û berbaz Abdula Sorfçeler, di 10’ê îlonê de li navçeya Şaxa Wanê polîsê bi navê Nadîr Ozgen, di 1’ê Şirnexê de jî li navenda Şirnexê çawişê pispor ê bi navê Kemal Ekîncî ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin û heta niha di destê gerîlayan de ne.

DEWLET BÊ DENG E,BDP JI HEWLDANAN RE AMADE YE

Ev binçavkirinên pêk tên di raya giştî de cihek berfireh digirin, lê rayedarên dewletê, li hemberî hemû bêdengiyan di vê mijarê de xwe kerr û lal dikin.

HPG’ê ragihand ku ew di çarçoveya Hevpeyama Şer a Cenevreyê de nêzîkê dîlan dibin, lê belê dewleta Tirk dest ji operasyonên ku jiyana dîlên di destê gerîlayna de dixe metirsiyê bernade.

Rejîma AKP’ê ya ku li hemberî girtina rêveberên xwe jî bê deng dibîne, bersivê nade daxwazên sazî û rêxistinên dixwazin ji bo serbestberdana kesên hatine girtin hewl bidin.

Herî dawî, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ji servîsa Tirkî ya BBC’yê re axivî û diyar kir ku jib o serbestberdana leşkerên dîl ew amade ne hewl bidin.