'Dilê Kurdên Kafkas bi me re ye'
Rustem Êzidî, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, ji Gurcîstanê tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Rustem Êzidî, ku malbata xwe li Gurcîstanê hişt û bi rêya GPS a telefonê bi rê ket, xwe gihand YBŞ'ê.
Rustem Êzidî, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, ji Gurcîstanê tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Rustem Êzidî, ku malbata xwe li Gurcîstanê hişt û bi rêya GPS a telefonê bi rê ket, xwe gihand YBŞ'ê.
Rustem Êzidî da xuyakirin, ku Şengal tekane bajarê Êzidiyan e ku hatiye parastin û diyar kir, roja roja têkoşîna ji bo azadiya Şengal û Kurdistanê ye.
Êzidî anî ziman, ji ber fermana bi ser civaka Êzidî re rabû, ew ji Gurcîstanê tevlî nava refên YBŞ'ê bû û got, "Mezinên me, piştî fermana ji aliyê Osmaniyan ve hate kirin, reviyan û li vir bi cih bûn. Gelek ferman bi ser gelê me re rabûn û em timî reviyan. Em ê heta kengî birevin. Êdî dem hatiye, yên ji neçarî welatê xwe terikandine, li cih û warên xwe vegerin. Divê em êdî li welatê xwe vegerin, tifaq û yekîtiya xwe çêbikin û têbikoşin. Şengal yekane cih e ku heta roja îro hebûna civaka Êzidî lê hatiye parastin. Dîrok firsenda terikandina Şengalê nade me. Mafekî me yê bi vî rengî nîne. Roj roja mezinkirina yekîtiyê ye, roja azadkirina Şengal û Kurdistanê ye. Piştî fermanê min dest ji her tiştên xwe berda û hatim. Piştî ku bi fermanê hesiyam, nema karîbûm razêm. Wextekê min li ser Êzidiyatiyê pirtûk xwendibû. Di wir de dihat nivîsandin ku pêkane ferman bidomin û bal dihat kişandin ser xeteriya fermanê."
'REVA BI TIRSÊ, MIRINA HERÎ MEZIN E'
Êzidî diyar kir, eger ew nebin yek, bi hev re tevnegerin, wê tine bibin û anî ziman, lazim e Kurd hesab û nakokiyên navbera xwe deynin aliyekî, hêza xwe mezin bikin û bi hev re têbikoşin.
Rustem Êzidî destnîşan kir, ku eger ew nebin hêz û ji bo xwe tênekoşin, kes wê ji bo wan tênekoşe û wiha dewam kir: "Em çiqasî ji xwe birevin jî wê nasname û rastiya me ti carî me neterikîne. Û tişt wê bi qasî revê, tirsê û ezeztiyê mirovan nêşîne. Ji bilî têkoşîn û rizgarkirina welatê xwe, ti tişt wê rûmeta me, kesayetiya me û welatê me azad neke."
'MIN BIHÎST KU APOYÎ LI ŞENGALÊ ŞER DIKIN'
Êzidî da xuyakirin, ku wî ji medyayê bihîst, bi fermanê re Apoyî li Şengalê şer dikin û wî jî xwestiye tevlî berxwedanê bibe. Êzidî got, "Dema min ferman bihîst, ez gelekî êşiyam. Bi fermanê re min bihîst ku Apoyî (heval li aliyê me weke Apoyî tên naskirin) li Şengalê bi hawara gelê me ve hatine û şer dikin. Ji medyayê min ev yek dişopand. Min jî dest ji her tiştên xwe berda û hewl da xwe bigihînim hevalan. Dema ez hatim, malbateke min, zarokên min hebûn. Rewşa min a aboriyê jî gelekî baş bû, karekî min ê baş hebû. Lê belê ji bo gel û ola xwe min dest ji her tiştî berda û hatim. Min li vê derê rewşeke trajîk dît. Hema bêjin xaniyekî nehatiye hilweşandin, nema ye. Rewşa gel gelekî nebaş bû. Bi hezaran malbat ji hev belav bûn, mirov tî, birçî bûn û konekî xwe bixin binî tine bû. Bi rastî jî psîkolojiya mirovekî normal nekarî xwe li vê yekê rabigire. Mirov li eniya herî pêş dikarin xwe li şer û mirinê rabigirin, lê belê ragirtina xwe li vê rewşa gel, gelekî zehmet e."
'TEVÎ KU MIN BI RÊ Û ZIMAN NEZANÎ BÛ, JI BO XWE BIGIHÎNIM HEVALAN, EZ BI RÊ KETIM'
Êzidî diyar kir, tevî ku wî bi ziman û rê nizanîbû jî, bi rêya navîgasyona telefonê bi rê ketiye û bi rêya gel xwe gihandiye şervanan. Rustem Êzidî spasiya gelê Bakurê Kurdistanê kir û sekna wan a bi rûmet silav kir.
Şervanê YBŞ'ê Êzidî got, "Tevî ku bi ziman û rê nizanî bûm, ez ji Gurcîstanê bi rê ketim. Ya rast ev biryar ji bo min ne hêsan bû. Gelekî li ser fikirîm û min gelekî zehmetî jî kişand. Ne hêsan e ku mirov dest ji malbata xwe, zarokên xwe berdin û bê cihekî ku qet nas nake. Piştî ku min biryara xwe da, derbasî Tirkiyeyê bûm. Min bi ziman nizanî bû, tenê min navê hin bajaran bihîstibû. Bi rêya navîgasyona GPS a telefonê min hewl dida rêya xwe bibînim. Min li nexşeyê dinêrî û hewl dida rêya xwe diyar bikim. Bi vî rengî min xwe gihand sînorê Başûrê Kurdistanê. Bêguman eger alîkariya gel nebûya, min nekarîbû xwe bigihînim hevalan. Gelê me li gelek cihan alîkarî da min ji bo xwe bigihînim hevlan. Ez parast û xwarin da min. Ez gelekî deyndarî wî gelî me, gelekî spasiya wan dikim. Sekna wan a serî natewîne, berxwedêr û bi rûmet silav dikim. Gelek Kurdên Kafkas hene ku mîna min dixwazin xwe bigihînin vir û tevlî nava partiyê bibin. Lê belê nizanin bê çawa werin. Ya rast, qelsiya têkoşîn û rêxistiniya me ya li wir, kêmasiyeke me ye."
Êzidî destnîşan kir, ku gel gelekî ji Apoyiyan hez dike û got, "Dilê temamiya Kurdên Kafkas bi me re ye."
'DIVÊ EM KURDISTANA AZAD Û ŞENGALA AZAD BI DESTÊ XWE AVA BIKIN'
Êzidî banga yekîtiyê li gelê Kurdistanê kir û got, "Dixwazim bi taybetî bang li Êzidiyên li Kafkasya, yên li derveyî welat bikim. Divê em êdî bes li bendê bisekinin û li malên xwe rûnên. Pêwîste em li xwe, li welatê xwe vegerin. Lazim e em yek bin, tifaq navbera me de hebe. Ji bo vê jî girîng e em têbikoşin, ol û welatê xwe biparêzin. Ji bo ziman, ol û siberoja zarokên xwe têbikoşin. Divê em Kurdistaneke azad, Şengaleke azad bi destê xwe ava bikin."