Dibe ku çavên wî nabînin, lê dilê wî xweş dibîne
Her kesî di oxira vê şoreşê de tiştek feda kir. Hinekan kurê xwe, keça xwe, xwişk-birayê xwe, hinekan bavê xwe, hevjîna/ê xwe, ji bo vê şoreşê feda kir. Min jî çavên xwe da, ev ne tiştekî zêde ye.
Her kesî di oxira vê şoreşê de tiştek feda kir. Hinekan kurê xwe, keça xwe, xwişk-birayê xwe, hinekan bavê xwe, hevjîna/ê xwe, ji bo vê şoreşê feda kir. Min jî çavên xwe da, ev ne tiştekî zêde ye.
Navê wî Ebûl Os e. Kesek navê wî yê rastî nizane. Ji xwe pêwîstî bi hînbûna navê wî yê rastî nîne, ji ber ku Minbic tev wî weke Ebûl Os nas dike. Dibêje," Tu li ku derê ji kê bipirse, wê te bîne cem min."
Ji gundê Kûmlûkê ye. Dibêje, "Ez qet li gund nemam, ji zarokatiya xwe ve li navenda bajêr dijîm." 43 salî ye. Zewicî ye, 3 keç, 2 kur bi giştî pênc zarokên wî hene.
Kurd e. Kurdê xwecihî yê Minbicê ye. Li vir mezin bûye, zewiciye û bûye xwedî zarok.
Dibêje, "Beriya şer marketa min hebû." Piştî ku şer dest pê kir, ew jî li ber bayê şoreşê ket. Roj hat, marketa wî vala bû û tenê dîwarê rût ma. Lê ne xema wî ye. Ji ber ku wî daye pey şoreşê. Mal û milkê xwe ji dest dide, lê hêviya şoreşê ti carî.
Dema Artêşa Azad, Nûsra û DAIŞ'ê bajar dagirkirin, ew her tim li bajêr ma. Tenê di dema destpêkê ya DAIŞ'ê de ji bo hefteyekê çû Kobanê û vegeriya.
Mal û milk diçin, lê hêvî û xeyalên şoreşê timî zindî dimînin. Bi vî rengî li rê û rêbazên dewamkirina jiyanê digere. Di dema DAIŞ'ê de zebzeyên wekî bexdenûz, nene, pîvazên şîn difiroşe.
Piştî ku bajar rizgar dibe, li Çarrêya Kûyû li ser tebleyekê dest bi firotina cixareyê dike.
Ji dema zarokatiyê ve pirsgirêk di çavên wî de heye. Doktor jê re gotiye, divê timî derman bixe çavên xwe, naxwe wê çavên wî nebînin. Ebûl Os bi rêya dermanan cîhan dîtiye.
Piştî ku DAIŞ'ê bajar dagir kir, Ebûl Os 24 saetan di qefesekê de hat girtin. Piştre bi qasî meh û nîvekê di girtîgeha DAIŞ'ê de hat girtin. Lê belê piştî ku du meh di ser vê yekê re derbas bû, careke din hate girtin û nahêlin ew dermanê ji bo çavên xwe ji malê bîne. Vê carê çar mehan di zîndanê de tê girtin. Ji ber ku nekarî dermanê timî bixista çavên xwe bi kar bîne, çavên wî êdî nema dît. Ebûl Os dema ji zîndanê derdikeve ji xwe re dibêje, 'eger ez dermanê xwe bidomîne, belkî çavên min dîsa bibîne'. Lê belê çavên wî nema dibîne. Çê dibipirsim 'çima li ser hev te girtin' Ebûl Os vê bersivê dide: "Ji min re timî digotin tu hevalê Ebû Leyla ye. Tu ji vê derê agahiyan dide wî. Digotin, 'Ebû Leyla li ku ye, wî bixe xefikê'. Min jî her carê ji wan re digot, 'belê rast e, ew hevalê min bû. Lê piştre rêya me ji hev qut bû...' Tişta ku wan ji min re digot, rast bû. Ji ber ku Ebû Leyla bi rastî jî hevalê min bû. Û min li ser rewşa li Minbicê agahî dida wî."
Min jê re got, ku li ser çarrêya ew cixareyê lê difiroşe, qala çîrokekê tê kirin. Wî jî ji min re got, rast e û qala bûyerê kir: "Ew ne çîrokek e. Ew rastî ye. Ya ku bi serê dayika Hesen anîn, zilm û îşkence bû. Navê kurê wê Hesen bû. Em bi hev re di zîndanê de bûn. Ewilî ez berdan. Piştî du mehan Hesen anîn û li vir îdam kirin. Dayika wî çar rojan li vir li pêşberî cenazeyê kurê xwe yê daliqandî rûnişt û giriya. Nehiştin dayik nêzî cenazeyê kurê xwe bibe. Piştre cenaze birin."
MIN ÇAVÊN XWE DI OXIRA ŞOREŞÊ DE FEDA KIR
Dibe ku çavên Ebûl Os niha nabînin. Lê belê dilê wî mezin e û xweş dibîne. Ji ber ku gotinên Ebûl Os ji bo şoreşê dibêje, nîşan dide bê dilê wî çiqasî mezin e. "Her kesî di oxira vê şoreşê de tiştek feda kir. Hinekan kurê xwe, keça xwe, xwişk-birayê xwe, hinekan bavê xwe, hevjîna/ê xwe, ji bo vê şoreşê feda kir. Min jî çavên xwe da, ev ne tiştekî zêde ye."