Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Salmasê di encama topbarana hêzên rejîma Îranê de kurdek bi navê Ferşed Derbasî jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bû.
Êrîşên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam dikin. Herî dawî, rejîma Îranê komek kasibkarên Kurd ên li ser sînor dan ber topan û di encamê de kesê bi navê Ferşed Derbasî jiyana xwe ji dest da û du kesên bi navê Mihemed Nûrî û Feysel Derbesî jî birîndar bûn.
Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 10 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
DI 9 MEHAN DE 80 KES HATIN KUŞTIN
Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne.
DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ
Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin.