Konê sersaxiyê yê Ozgur Taşar yê ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di mudaxeleya polîsan de hate qetilkirin ziyaret berdewam dike. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Siddik Yildirim di şînê de axivî û bang li gelê Colemêrgê kir ku tevlî kongreya AKP'ê ya sibê pêk tê nebin.
Konê sersaxiyê yê Ozgur Taşar ê ku di merasîma Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cengîz Ozek yê ku di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşi ya Kayseriyê de jiyana xwe ji dest da, bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da ziyaret berdewam dikin. Konê ser saxiyê yê Taşar ji aliyê girseya di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Colemêrgê Mehmet Siddik Yildirim ve hate ziyaretkirin. Yildirim, di axaftina kir de bang kir ku tu kes tevlî kongreya AKP'ê nebe. Yildirim, anî ziman ku ji ber polîtîkayên AKP'ê Taşar jiyana xwe ji dest da û wiha got:
"Em dê sibê hem kesên Taşar kuştin û hem jî xwendekarên dan ber copan û bombeyên gazê şermezar bikin." Yildirim, da zanîn ku dê 6 wezîr tevlî kongreya AKP'ê bibin û da zanîn ku gelê Colemêrgê wezîrên AKP'ê naxwazin."