Li Îdirê li nêzî qada leşkerî teqîn pêk hat. Di teqînê de şivanê 29 salî Şefîk Çakmaz bi giranî birîndar bû.
Li qada Zozanê Korhanê yê Îdirê li nêzî qada leşkerî madeyek teqiya. Şivanê 29 salî Şefik Çakmaz, dema pezê xwe diçêrand teqîn pêk hat û Çakmaz bi giranî birîndar bû.
Çakmaz ku bi teqînê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Çakmaz ku bi giranî birîndar bû, piştî mudaxaleya li Îdirê e sewqî Nexweşxaneya Erziromê kirin. Hate zanîn ku rewşa Çakmaz giran e û heta niha jî rewşa wî di xeterê de ye.