Di teqîna li Nisêbînê de herî kêm 12 leşkerên Tirk birîndar bûn

Di teqînek li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de herî kêm 12 leşkerên Tirk birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku leşkerên mirî jî hene.

Di teqînek li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de herî kêm 12 leşkerên Tirk birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku leşkerên mirî jî hene.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li hember yekîneyek leşkerên Tirk ên li Taxa Firatê operasyon li dar dixistin çalakiyek bombeyî pêk hat. Bi teqînê ve avahiya ku leşkeran tê de operasyon li dar dixistin hilweşiya, herî kêm 12 leşker birîndar bûn, rewşa yekî jî giran e.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku leşkerên mirî jî hene.