Operasyona ku duh şev li bejahiya navçeya Nûrhak û Elbîstana Mereşê li dijî gêrîlayên HPG’ê hatî destpêkirin didome. Hat ragihandin ku, îro li nêzî gundê Ûmûtlû wesayîtekî leşkerî ya derketî operasyonê di dema derbazbûnê de teqînekê rû da. Di teqînê de herî kêm Astsûbayek, Çawişekî Pispor û leşkerek birîndar bû. Hat hînbûn ku li herêmê operasyon didome.