Di teqîna li Bedlîsê de 1 jê giran 5 polîs birîndar bûn

Di teqîna li Bedlîsê de 1 jê giran 5 polîs birîndar bûn

Di encama teqîna li ser rêya bejahî ya Bedlîs û navçeya Hawêla Sêrtê pêk hat de yek jê bi giranî, bi giştî 5 polîsên Tirk birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li ser kîlometreya 25’emîn a rêya bejahî ya Bedlîs û navçeya Hawêla Sêrtê demjimêr di 13.30 di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya polîsên Tirk de teqînek pêk hat. Di teqînê de yek jê giran bi giştî 5 polîs birîndar bûn.

Piştî teqîna li ser rêya Bedlîs-Hawêlê pêk hat, gelek ambulsans, wesayîtên zirxî û tîmên taybet bi helîkopteran ji navenda Bedlîsê veguhestin cihê bûyerê.