Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku di 18’ê Sibatê yekîneyek gerîlayan ku ji bo wezîfeyê derketibûn, li nêzîkî navçeya Pîran a Amedê rastî komeke lekerên Tirk ê ji 15 kesan hatine û şerekî dem kurt pêk hatiye. HPG’ê diyar kir, di şerê pêk hat de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî hatin birîndarkirin. HPG’ê têkildarî tevgerên balefirên şer ên Tirk û pêgerên hewayî yên keşfê jî agahî parve kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di 18’ê Sibatê saet 15:00’an de yekîneyek gerîla ji bo wezîfeyê derketibûn, li nêzîkî navçeya Pîran a Amedê rastî komeke leşkerên Tirk ê ji 15 kesan pêk tên hatin û şerekî dem kurt di navbera gerîla û leşkeran de qewimî.
“Artêşa TC bi 4 panzer û tanken xwe mudaxeleyî şer kir. Di vî şerî de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.” HPG’ê di ber dewamiya daxuyaniya xwe de wiha anî ziman:
“17’ê Sibatê balefirên şer ên Tirk di saetên şevê de herêma şehîd Ozgur a herêma Kûnîşka ya girêdayî herêma Zagrosê bombardûman kirin.
19’ê Sibatê saet di navbera 10:00- 16:00’an de qereqola Deştanê ya li herêma sînorê Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê; derdora Bêdehê, Orê, û Helwê bi tankan û obusan bombardûman kir.
19’ê Sibatê saet di navbera 11:00- 12:00’an û 13:00 – 14:00’an qereqola Bîlîcan a navçeya Çelê ya Colemêrgê; derdora xwe û Girê Şehîd Newal a girêdayî herêma Zapê bi obus û hewanan bombardûman kir.
19’ê Sibatê saet di navbera 11:00-11:30’ an qereqola Zeydê ya dikeve sînorê herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê; newala Zeydê bi obus û hewanan bombardûman kir.
19-20’ê Sibatê saet di navbera 19:00-04:00’an de pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêma Zap û Garê re firîne. 19’ê Sibatê jî saet di navbera 21:00-23:00’an de tevgera balefirên şer ên Tirk li ser herêma Zapê çêbûne.”