Di serdegirtina şantiyeyê de gerîlayek jiyana xwe ji dest da

Di serdegirtina şantiyeyê de gerîlayek jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku gerîlayan di 10’ê hezîranê de li navçeya Dihê ya Sêrtê bi ser şantiyeyeke ya ji bo çêkirina rêyên leşkerî dixebitî de girtine û di encama qezayekê de gerîlayek jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 10'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de di navbera navçeya Basaya Şirnexê û navçeya Dihê ya Êlihê bi armanca çêkirina riya leşkerî de li dijî şantiyeya di navbera Bilûcanê û Banê Askê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. 6 wesayitên xebatê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Di saet 04.00'an de bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi daxistinan li herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayê bi navê Yusuf Başçi- Huseyin Mûnzûr ê li Mêrdînê ji dayîk bûye, sala 2004 tevlî nava refên gerîlayan bûye, di dema vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye.