Di sêgoşeya Lîce, Darahanê û Hênê de operasyona mezin

Di sêgoşeya Lîce, Darahanê û Hênê de operasyona mezin

Di sêgoşeya Lîce, Darahênê û Hênê de leşkeran li herêma bejayî operasyonek berfireh da destpêkirin. Hate zanîn ku, helîkopter jî tevlî operasyonê bûn.

Serê sibê li sêgoşeya navçeyên Lîce û Hênê û navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Serê Sibê gelek yekîneyên leşkerî bi tevlêbûna helîkopteran ji hewayî û bejayî de operasyonek berfireh dan destpêkirin. Hate zanîn ku, ji navçeya Karakê ya Amedê jî gelek helîkopterên kobra ber bi herêma operasyonên ve firiyan.

Hate zanîn duh jî 3 helîkopteran li herêma Dêrsim, Amed û Çewlikê toza sipî avêtin qada daristanî. Helîkopteran piştî toza spî herêma daristanî da ber guleyan û li qada daristanî şewat derket. Welatiyên navçeya Karazê anin ziman ku welatiyan bi defretên xwe şewata daristanê veşartine.