Piştî malên piştgiriyê yên Wêran Şar û Qoserê, niha jî mala Piştgiriyê ya Perwerdehî ya Huseyîn Denîz a Şaredariya Serêkaniyê ya BDP’ê hat girtin.
Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên şaredariyên BDP'ê yek bi yek tên girtin. Piştî pêr Mala Piştgiriya Perwerdehiya Wêranşarê û duh jî ya Qoserê hate girtin, niha jî Qeymeqamê Serêkaniyê ya Rihayê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Huseyin Denîz girt.
Qeymeqamê Serêkaniyê biryara Mala Piştgiriya Perwerdehiya Huseyin Denîz a Şaredariya Serêkaniyê da. Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Huseyin Denîz ku di 1'ê Nîsana 2011'an de hatibû vekirin 720 xwendekaran lê ders didît. Qeymeqamê Serêkaniyê jî heman hincet da nîşan û diyar kir ku li gorî protokolan tev negeriya ye.
Wekîlê Şaredarê Serêkaniyê Nedim Deliktaş bangî Qeymeqamyê hate kirin û biryar jêre hate gotin. Piştî biryar hate aşkerekirin gelek endam û rêveberên BDP'ê li ber mama Piştgiriya Perwerdehiyê li hev kom bûn. Mamosteyê Mala Perwerdehiyê Emin Turkoglu, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku ev biryar li dijî hiqûq û mafê perwerdehiyê ye.
Di 27’ê hezîranê de, Qeymeqamiya navçeya Qosera Mêrdînê derbarê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Qoserê de biryara girtinê da. Qeymeqamiya Qoserê bi heman hincetê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Qoserê girt. Qeymeqamiyê heman hincet nîşan da û diyar kir ku li dijî sînorê peymana Wezareta Perwerdehiya Neteweyî tevgeriyaye û biryara girtinê da.
Di 27’ê hezîranê de Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Wêranşarê ji aliye Qeymeqamê Wêranşarê ve hate girtin. Qeymeqamiya Wêranşarê bi nivîsekê biryara girtinê ji Şaredariya Wêranşarê re şand û diyar kir ku, ji ber mala piştgiryê li gorî pîvanan nemeşiya ye biryara girtinê dane. Qeymeqamiyê îdîa kir ku, li gorî rêziknameya Wezarata Perwerdehiyê tev negeriya ye û biryara girtinê hatiye dayîn. Qeymeqamiyê dîsa derbarê berpirsiyarê Mala Perewerdehiyê de jî li gorî hêjmara 5237'an ya xala 263'an ya TCK'ê serlêdana sûc kir.
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Wêranşarê bertek nîşanî biryarê da û diyar kirin ku, dê sibê derbarê biryarê de di demjimêr 10.00'an de li ber Mala Piştgiriyê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li Mala Piştgiriyê 650 xwendekaran perwerde didît.
Rejîma AKP’ê ku malên piştgiriyê yên perwerdehiyê yên Şaredariyên BDP’yî dide girtin, rê li ber dibistan û dersxaneyên Cemeeta Gulen vedike. Tê diyarkirin ku li pişt girtina van malên perwerdehiyê Cemeeta Gulen heye.